Li Mexmûrê serdana gorên cangoriyan 2023-06-28 08:58:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê ya siharê berê xwe dan goristana Şehîd Nûjîn a wargehê û destpêkê cejna şehîd û xizmên xwe pîroz kirin. Piştre jî berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, li wir axaftin hatin kirin û cejna hev pîroz kirin.   Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejna qurbanê ya siharê berê xwe dan goristana Şehîd Nûjîn a wargehê û destpêkê cejna şehîd û xizmên xwe pîrozkirin. Piştre şêniyan berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, li wir axaftin hatin kirin û cejna hev pîroz kirin. Beriya ku axaftin werin kirin ji bo tevahî têkoşerên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê Mele Elî Spêrtî axivî û xwest ev cejn bibe wesîleya yekîtî, xwişk û biratiya gelan.   Mele Elî di destpêka axaftinên xwe de cejna qurbanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, cangoriyan û tevahî gelê Kurd yê azadîxwaz piroz kir û wiha got: “Ev cejna qurbanê ne di dewrê îslamê de derketiye, ev cejn di dema Hz Îbrahîm de derketiye û heta niha berdewam e. Bi vê boneyê em hêvîdar in ev cejin bibe wesileya aştî, tifaq, xwişk û biratiyê. Divê em di van cejnan de hemû kîn, nefret û xeletiyên xwe li hevdû bibûrînin û li hev werin. Em bang li tevahî partî û serkêşên partiyan dikin ku dest ji siyaseta xwe ya ezezî û çewt berdin û ji bo Yekîtiya Netewî bibin yek deng û yek dest.”   Piştî axaftinên Mele Elî, li ser navê hersê meclîsên wargehê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Sariya Kaya ji axivî û destpêkê cejna qurbanê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdan û tevahî gelê Kurd bi tayebet xelkê misilman pîroz kir û wiha peyîvî: “Em di wê hêviyê de ne ku ev cejin bibe wesîleya serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêbetî, gerîla û gelê me.”   Piştî axaftinan xelkê wargehê cejna hev pîroz kirin.