Li Helebê li ser gorên pakrewanan mûm hatin vêxistin 2023-06-28 08:40:18   HELEB - Bi hatina cejna qurbanê li ser gorên pakrewanan mûm hatin vêxistin.   Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi boneya hatina cejna qurbanê li ser gora pekrewanan, pakrewanên berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mûm hatin vêxistin. Li goristanê endamên sazî, meclîsên taxê û welatî amede bûn. Piştre deqeyek rêzgirtin hat girtin.   Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Emîne Esef ji ajansa me re axivî û wiha got:"Em cejna qurbanê li hemû heval û Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Bi taybet li pakrewanên vî gelî ku rêka azadiyê nîşanî me kirine."   'Bila ev cejn bibe cejna azadiya Rêber Apo ya fîzîkî'   Di heman demê de endama Meclîsa Malbatên  Şehîdan Fatme Îbo ji ajansa me re axivî û wiha got:"Em cejna qurbanê li hemî heval û Rêber  Abdullah Ocalan û gelê kurd pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe cejna azadiya Rêber Apo ya fîzîkî."