ÎHSDA'yê xwest Gulhan Kaya bê berdan 2023-06-27 12:11:09     STENBOL- ÎHSDA'yê xwest Gulhan Kaya ya OHD'yî ya ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî hat girtin, bê berdan û got:"Ew ê parêzvanên mafê mirovan dev ji têkoşînê bernedin."   Di 12'ê Hezîranê de Gulhan Kaya ya OHD'yî bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hat berdan. Tora Piştevaniyê ya Parêzvanên Mafê Mirovan (ÎHSDA), derbarê girtina Gulhanê de daxuyaniya nivîskî da.     Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hinceta girtina Gulanê ji ber faliyetên wê ne û azadiya wê, ewlehiya wê hatiye îhlalkirin. Her wiha di daxuyaniyê hat ragihandin divê Gulhanê bê berdan û ew ê parêzvanên mafê mirovan dev ji têkoşînê bernedin.