Xelkê Şengalê bi wesîleya cejnê serdana goristanan kirin 2023-06-27 10:37:35     NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Şengalê bi wesîleya cejnê serdana goristana cangoriyan kir.   Li Şengalê Cejna Qurbanê ku wekî ‘Cejna mezin’, ‘Cejna heciyan’ jî tê zanîn, îro tê pîrozkirin. Bi boneya cejnê malbatên şehîdan û xelkê Şengalê şevê din, bi hevre serdana goristana şehîdan kirin û xêra miriyan belav kirin.   Xelkê Şengalê beriya ku cejna hev pîroz bikin, çûn Goristana Têkoşer Berxwedan û Têkoşer Dilgeş a li ser Çiyayê Şengalê û li ser gorên şehîdên berxwedana Şengalê yên ji çar perçeyên Kurdistanê mûm pêxistin. Her wiha ji bo bîranîna cangoriyan xêr hat belavkirin.   Êzidiyên Şengalê piranî di vê rojê de li gor Hesabê Mergehê cejna xwe pîroz dikin lê beşek, ji êzidiyên Şengalê û Êzidiyên Şêxan wê sibe li gor hesaba Laleşê cejna xwe pîroz bikin.