‘ÇEDES dibistanan vediguhere medreseyan’ 2023-06-27 09:04:54       Melîke Aydin   ÎZMÎR - Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Zelîha Danyelî da zanîn ku zarokê bi navê Abdulbakî Dakak yê bi guman jiyana xwe ji dest bû û nûçeyên der barê wî de hatibûn çêkirin hatibûn astengkirin û got sedema wê ev e ku bandora medereseyan a li ser zarokan neyê bihistin. Zelîhayê got bi projeya ÇEDES’ê ji bo dibistan veguherin medreseyan pêngav hatiye avêtin.   Zarokê 12 salî Abdulbakî Dakak yê li Serêkaniyê ya Rihayê rudinişt, li nêzî medreseya di bin kontrola weqfa Semerkant de di avahiyek vala de bi guman jiyana xwe ji dets da. Abdullbakî du caran ji medreseya li taxa Beşat diman reviyaye û du caran bi zorê malbatê şûnde şandiye. Piştî mirina biguman a Abdulbakî nûçeyên der barê wî de hatin çêkirin jî hatin astengkirin.   Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2 a Egîtim Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî der barê mijarê de axivî.    ‘Cemaet ji bo malbatên xizan çareseriyeke’   Zelîhayê da zanîn ku li gorî 42’emîn xala Destura Bingehîn û 28’emîn xala Peymana Zarokan Neteweyên Yekbûyî ya Tirkiyeyê îmzekiriye dewlet ji mafên zarokan yên perwerdê berpirsin û got: “Lê tevî vê Tirkiye di nav welatên OECD de di alî xizanî û xebitandina zarokan de di rêza yekem deye. Ji ber xizaniyê malbat zarokên xwe dişînin cemaetan. Vê wek çareserî dibînin. Lê li vir tu kontrol ne mijara gotinê ye. Her cureyê îstîsmarê heye. Abdulbakî Dakak jî 140 km ji malbatê dur li medresa girêdayê cemaeta Menzîl cenaza wî hat dîtin.”   ‘Medrese polîtîkayên dewletê ne’   Zelîhayê daxuyakirin ku piştî 1980’ê şûnde  perwerde wek alav hatiye bikaranîn û wiha vegot: “Dewletê  bê kontrol dibistanên razanê vekir. Li van saziyan întîxar, îstîsmar pêk hatin. Li Aladag zarokên keç di yurdan de di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Ev polîtîkayek bi zanebûne. Medrese polîtîkayên dewletê ne. Hewl didin li gorî xwe mirovên yek tîp biafrînin.”   ‘Sedema întîxaran lêkolîn nakin’   Zelîhayê got Abdulbakî çend caran ji medresê direve lê malbat şûnde tînin û wiha dirêjî dayê: “Xuyaye naxwaze li wir bimîne. Enes Kara yê întîxar kiribû jî di vîdeoyê de gotibû ew vê jiyanê naxwaze. Terzên jiyana wisa ciwanan berbi întîxarê ve dibin. Dewleta ku sedemên van întîxaran lêkolîn nake jî hevkarên sûcin. Di malbatên pergala serdest ya mêr de zarok ne wek kes wek alava malbatê tên dîtin. Dewlet wek malê xwe dibîne. Dixwazin li gorî xwe profîlan biafirînin.”   ‘Dixwazin bandora wan li ser zarokan veşêrin’   Zelîhayê her wiha destnîşan kir ku berpirsyariya zarokan aydê dewletane û wiha vegot: “Nûçeyên derbarê van bûyeran de vedişêrin. Hewl didin serê van bûyeran veşêrin. Sedema duyemîn jî dixwazin kesên li gorî xwe biafirînin û vê yekê nedin xuyakirin. MED ji bo perwerdê bike olî bi wezareta karê diyanetê re tevdigere. Bi projeya ‘Ez li dijî derdora xwe hestiyarim xwedî li nirxên xwe derkedikevim (ÇEDES) di bin navê şêwirmendên manewî de meletayan tayînê dibistanan dikin. ÇEDEP pêngava ewil a ji bo dibistanan veguherin medreseyane.”   Zelîhayê dawiya axaftinax we de daxuyakirin ku ew li dijî van projeyan têdikoşin û got dozan qezenc bikin jî projeyên nû dertên holê û got divê hemû kes li dijî van pêkanînan ji bo pêşeroja zarokan bi hev re ligel hev têbikoşin.