Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Dawî li vê îşkenceyê bînin 2023-06-26 16:02:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Bûroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da û wiha got: “Divê li gorî biryarên tevdîrê yên NY’yê tevbigerin, dawî li vê rewşa agahînegirtinê û sepanên îşkenceyê bînin.”    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 27 meh in tu agahî nayên girtin. Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’yê gulanê, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê ve destûr nayê dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Her wiha serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din tên kirin jî bi hinceta cezayên “dîsîplînê” nayên qebûlkirin.    Her wiha Gerînendeyê Giştî yê Tele1’ê Merdan Yanardag tev li bernameyeke televîzyonê bûbû û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû. Nîqaşên ser gotinên Merdan Yanardag didomin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî mijarê daxuyanî da.    Buroyê bi bîr xist ku têkildarî gotinên Merdan ên “Tecrîda li ser Ocalan tê ferzkirin di hiqûqê de nîne. Divê were rakirin. Malbat û parêzerên wî jî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Gelo ma pergaleke înfazê ya wiha dibe?” lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: “Lê di esasê xwe de hewceye têkildarî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê û kesên vê rejîmê birêve dibin de lêpirsîn were destpêkirin. Hevdîtina bi malbat û parêzeran re, mafê herî xwezayî yê birêz Abdullah Ocalan e. Lê bi sedemên derqanûnî tên astengkirin. Tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan, birêz Omer Hayrî Konak, birêz Hamîlî Yildirim û birêz Veysî Aktaş nayên girtin.”     Bi domdarî di daxuyanî de wiha hat gotin: “Mîna statûya taybet a Îmraliyê, her wiha astengkirina azadiyan jî cureyên îşkenceya li Îmraliyê ye. Ev 27 meh in tu agahî ji birêz Ocalan û miwekîlên me yên din nayên girtin. Têkiliya wan a bi cîhanê re hatiye qutkirin û têkildarî rewşa wan a tenduristiyê de tu agahî li ber destê me nînin. Ev yek, merheleya herî bilind a îşkenceya li Îmraliyê ye. Pir eşkere ye ku tişa nerewa ev sepane ne.     Divê neyê jibîrkirin ku êrişên li dijî mafên şexsî yên miwekîlên me jî eleqeya xwe bi van polîtîkayan heye. Berevajî atmosfera ku dixwazin ava bikn, birêz Ocalan nûnertiya azadî û demokrasiyê dike û ev yek ji hêla bi milyonan mirovan ve hatiye eşkerekirin. Di salên 2006-2007’ê de li Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya birêz Ocalan zêdetirî 3 milyon kesan îmze pêşkeşî TBMM’ê û di sala 2013’an de jî zêdetirî 10 milyonan kesan îmze pêşkeşî Konseya Ewropayê kirin.     Li dijî rewşa li Îmraliyê, me di sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbû (NY) da. Di encama vê serlêdanê de KMM NY’yê di 6’ê îlona 2022’yan de bersiv da û biryara tevdîrê ji hikûmetê re ragihand. KMM NY’yê biryara tevdîrê ya ‘Divê bêyî ku astengiyeke were derxistin, tavilê bi parêzerên xwe re bikare hevdîtinê bike’ di 19’ê çileyê de dîsa bi bîra hikûmetê xist. Li gel ku hikûmet berpirsyar e ku li gorî vê biryara navneteweyî tevbigere jî, em dibînin ku hêj bi vê biryarê nekiriye. Bi vê biryarê nehatiye kirin û bi domandina tecrîdê re sûcê biqesdî xerab bi kar anîna peywirê hatiye kirin û bi vî sûcî re sûcê îşkenceyê hatiye kirin. Banga me ya ji bo hikûmet û Wezareta Dadê ev e; tavilê li gorî biryara tevdîrê ya KMM NY’yê tevbigerin û dawî li rewşa agahînegirtinê û sepanên îşkenceyê bînin.”