256 malbat derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn 2023-06-26 13:38:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kantona Girê Spî eşkere kir ku 256 malbat ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Bi sedan malbat ji herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên wê de ji ber rewşa jiyanî û ewlehiyê ya xirab direvin û berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Meclisa Kantona Girê Spî ku navenda wê li navçeya Eyn Îsayê agahî dan ajansa me ku di 3 mehên dawîn de 256 malbat ji kantona Girê Spî ya dagirkirî hatine herêmên Rêveberiya Xweser.   Malbatên berê xwe dane herêmê ji navenda bajarê Girê Spî, bajarokê Silûk, gundê Zeydî û hin deverên din ên girêdayî kantonê reviyane herêmê.   Dewleta tirk di Cotmeha 2019'an de herêmên Girê Spî û Serêkaniyê kiribû binê kontrola xwe.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya demekê bi taybet piştî erdheja 6'ê Sibatê ku bandor li gelek bajarên Sûriyeyê kiribû, bi sedan malbat ji herêmên serweriya hikuemta Şamê jî hatin herêmên Rêveberiya Xweser.