Dosyaya Mîraç Mîroglu careke din ji ATK'ê re şandin 2023-06-26 11:51:54       ŞIRNEX - Di doza derbarê kuştina Mîraç Mîroglu de ji bo leza wesayita zirxî bê tespîtkirin dosya ji nû de ji ATK'ê re hat şandin. Lê girtekên ku di wan de qeyda zarok bi metreyan bi erdê re hatiye kaşkirin heye îdaya kujer a ku dibêje "min ne lezandiye" pûç dikin.   Li bakurê Kurdistanê di encama lêdana wesayitên zirxî de heta niha bi dehan zarok, ciwan û pîran jiyana xwe ji dest dan. Di dozên ku der barê hêzên ewlehiyê ku dibin sedema mirina kesan de tên vekirin de,  kesên ku jiyana xwe ji dest didin wekî "bi qisûr" tên dîtin û dosya bi vî awayî tên girtin.    Li Taxa Turgut Ozal a girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê di 3'yê îlona 2021'an de wesayîta zirxî li zarokê 7 salî yê bi navê Mîraç Mîroglû dabû û Mîraç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Di doza der barê polîs Metîn Kîraz ê ku bûye sedemê mirina Mîraç de hatiye vekirin jî heta niha tu pêşketin nîne. Danişîna dawî ya dozê di 20’ê hezîranê de hate lidarxistin. Ev demek dirêj bû parêzeran dixwestin leza wesayîtê were tespîtkirin û ev daxwaz di danişîna dawî de hate qebûlkirin. Ji bo tespîtkirina leza wesayîtê, biryar hate dayîn ku dosya ji Saziya Tipa Edlî (ATK) rew were şandin. Danişîna din dê di 16’ê çileya 2024’an de were lidarxistin.    Tê xwestin li cihê bûyerê keşf bê kirin   Tê payîn ku tespîtkirina leza wesayîtê dê di biryara dadgehê de diyarker be. Lê belê daxwazên parêzerê malbata Mîroglû tenê bi tespîtkirina leza wesayîtê bisînor nînin. Parêzer her wiha dixwazin ku li cihê bûyerê keşf bê kirin û di keşfê de cihê bersûc ê di wesayîtê de were tespîtkirin. Parêzer balê dikişînin ser binpêkirina şerîd3e û dixwazin ev xisûs jî bên tespîtkirin.    Kujer Metîn Kîraz, ji destpêkê heta niha her tim bi îdiaya “Min wesayît bilez neajot” parastina xwe dike. Li gorî rapora ji hêla cendirmeyan ve hatiye amadekirin, di dema qewimîna bûyerê de wesayît bi 30 km’an lezê diçû. Waliyê Şirnexê yê berê Alî Hamza Pehlîvan jî di roja bûyerê de ji malbata Mîroglû re gotibû “wesayît hêdî diajot.”    Lê belê malbat û parêzer li dijî vê xisûsê derdikevin. Bav Salîh Mîroglû di demên berê de bi Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA)  re axivî bû û wiha gotibû: “Heke hêdî biçûya dê kurê min çawa 11 mîtroyan bifiriya?”    Bi metreyan hatiye kaşkirin    Di dosyayê de her wiha raporên emniyetê jî hene. Di raporê de têkildarî leza wesayîtê tu tiştek nehatiye gotin. Lê belê li gorî “Girteka Analîzkirina CD û Şopandina Dîmen” a ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê ve hatiye amadekirin, Mîroglû 5-6 mîtroyan li pêşiya cihê wesayît lê hatiye sekinandin li erdê dijrêjkirî bû. Dema navbera cihê ku wesayîtê li Mîroglû xistî û cihê Mîroglû lê disekiniya jî li ser tê zêdekirin, tê texmînkirin ku dirêjtir dibe.