'Tevî êrişên li ser Şehbayê jî xwendekaran dev ji xwendinê bernedan' 2023-06-26 11:03:12       Mîdye Miqted   ŞEHBA - Xwendekar û mamosteyên Peymangeha Pakrewan Viyan Amara a Şehbayê nîşan dan ku wê êrîşên dewleta tirk bandorê li ser vîna wan û parastina zimanê kurdî neke û gotin:"Tevî êrişên li ser Şehbayê jî xwendekaran dev ji xwendinê bernedan."   Xwendekarên ji Efrînê hatin koçkirin û li Kantona Şehbayê bi cih bûne, tevî rewşa koçberî zor û zehmetiyên êrîşên rojane yên dewleta tirk dest ji parastina zimanê kurdî bernedan û bi israr xwe gihandin astên jorîn û derbasî peymangehê bûn. Her wiha tevî berdewamiya êrîşên dewleta tirk ên rojane yên li ser herêmêm Şehbayê, ev bû du roj in xwendekarên peymangehê dest bi ezmûnên xwe kirine. Xwendekar û mamosteyên Peymangeha Pakrewan Viyan Amara a Şehbayê têkildarî rewşê axivîn.    'Tevî rewşên awarte jî xwendekaran dev ji xwendina xwe bernedan'   Mamosteya ziman û wêjeya kurdî ya Peymangeha Pakrewan Viyan Amara Mamoste Cîhan Elo bal kişand ser şert û mercên dijwar ên di qada perwerdeyê de û wiha got:"Ji ber rewşa awarte ya îro li herêmê diqewime em neçar man ku zû ezmûnên xwendekaran dest pê bikin û bi dawî bikin. Ezmûna wan jî ji 21'ê hezîranê heyanî 8'ê tîrmehê wê bi dawî bibe. Tevî rewşa awarte û berdewamiya êrîşên dewleta tirk ên li herêmê jî xwendekaran xwe ji bo ezmûnan dabûn amedekirin û bi coş tevlî ezmûnên xwe dibin û bi awayekî baş diqedînin. Di heman demê de mîhrîcana îsal û zehmetiyên heyî yên ji ber erdhejê û êrîşan her wiha bandora ambargoyê ya li ser herêmê hişt ku qutbûnek di navbera xwendekar û peymangehê de were çêkirin lê tevî vê yekê jî xwendekaran xwe ji xwendina xwe qut nekirin û bi hemî awayan xwe digihandin zanîngehê. Di milekî de jî mamoste û kadroyên xwendinê bi xwendekaran re dibûn alîkar."   'Em nahêlin zimanê me tune bibe'   Xwendekara Zanîngeha Pakrewan Viyan Amara Sîdra Nebû jî wiha got:"Tevî rewşa heyî û êrîşên dewleta tirk a ji bo tunekirina zimanê me, me tucar dest ji xwendina xwe berneda. Me ezmûna xwe baş derbas kir û em tucar nahêlin daxwaza dagirkeran pêk were û zimanê me tune bibe."   'Em nahêlin xwendina me bi paş ve biçe'   Her wiha xwendekara beşa Ziman û Wêjeyê ya Peymangeha Pakrewan Viyan Amara dixwîne ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman:"Tevî ku em koçber in û rewşa gelê herêmê awarte ye jî lê dîsa me ezmûna xwe baş derbas kirin. Lê ji bo demên pêş em zêdetir hewl didin xwe bi pêş bixin da ku em hêvî û daxwaza xwe pêk bînin û xwe di astên jor de bibînin da ku dijmin şa nebe."