Li girtiyan ji ber govenda gerandin ceza hat birîn! 2023-06-26 09:11:58       Şehrîban Aslan   AMED - Gulîstan Al û hevalên wê yên ku bi salan di girtîgehê de ne û cezayê giran ê muebbetê li wan hatiye birîn, ji ber ku govend girtin û lîlandin cezayê dîsîplînê li wan hat birîn. Dayika Gulîstan Emîne Al bang li girtiyan kir ku li dijî van zextan dengê xwe bilind bikin.   Girtiyên ku li dijî binpêkirinên mafan ên sîstematîk û pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe didin, tê xwestin ku bi qedexeyên nû, lêpirsîn, cezayên dîsîplînê û bi şewitandina înfazê bên cezakirin. Yek ji cihên ku binpêkirina mafan lê berdewam dike, Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê ye. Gulîstan Al a ku 6 sal in di girtîgehê de ye û cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn, heta niha sirgûnî gelek girtîgehan bûye . Dayika Gulîstanê Emîne Al behsa zextên li ser keça xwe û girtiyan kir.   Roj roja hevsîtinê sirgûn kirin!   Emîneyê da zanîn ku Gulistan li Edeneyê hatiye girtin û ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Emîneyê diyar kir ku keça wê li Osmaniye, Dîlok û gelek girtîgehan maye û wiha got: “Keça min her tim di hucreya yek kesî de bû. Di dawiyê de, hevalek dan cem wê, lê paşê ew dîsa bi tenê ma. Di 8'ê Adarê Roja Jinan de hevdîtin hebû û em ê biçûna serdana wê. Di rê de em hîn bûn ku Gulîstan sirgûn kirine û me nizanibû ku ew bi ku ve birine. Roja din xeber hat, gotin ew birine Qeyseriyê. Me got em ê dîsa jî werin hevdîtinê, lê nehiştin û gotin qedexe ye. Lê li her derê wê rojê hevdîtin hebû, tenê  ji me re qedexe bû.”   'Cihê razanê tune bû'    Emîne destnîşan kir ku piştî pandemiyê dest pê kiriye wê nêzî salekê keça xwe nedîtiye û wiha got: “Dema ku korona hinek sivik bû me xwest em biçin hevdîtinê, lê ji ber nexweşiyê û ji ber fikarên ku em ê nexweş bikevin, Gulîstanê nexwest ku em biçin serdana wê. Tenê telefon hebû û her ji 15 rojan carekê telefon dikir. Keça min li hemû girtîgehên sirgûnî wan dibû zilm lê dihat kirin. Mînak bi 20 hevalên xwe re dima, cihê razanê tunebû, nivînek jî tunebû û ji ber vê yekê ew li erdê radizan. Dema ku ew sirgûn dikrin jî bêyî ku alavên xwe bigire ew sirgûn dikirin.”   'Ez hesreta keça xwe me'   Emîneyê destnîşan kir ku ji ber nexweşiya xwe nikare biçe keça xwe bibîne û herî zêde salê du caran dikare biçe cem keça xwe. Emîneyê zehmetiyên ku di dema hevdîtinê de dikişîne jî wiha vegotin: “Dema em ji bo hevdîtinê diçin Qeyseriyê, heta ku em biçin girtîgehê em 3 maşîneyan diguherînin. Lê ger li Amedê bûya, em ê bi rehetî biçûna. Me gelek caran daxwazname da, lê keça min her cara ku ji bo Amedê daxwaznameyek pêşkêş dike, sirgûnî cihekî din dibe. Zilmê li me û zarokên me dikin. Cejn hat, keça min ji min xwest ku ez di cejnê de biçim cem wê û got 'Dayikên din tên, tu jî were'. Lê min got ji ber ku ez nexweş im ez nikarim werim û îhtîmal heye ku xwişka wê vê carê biçe. Berê li vir mînîbusek hebû, hemû malbat dikaribûn pê biçin dîtina xizmên xwe, lê bi qestî roja hevdîtina her girtiyekî didin rojên cuda û ew derfet jî ji dest çû. Wekî din, yek ji sedemên herî mezin ê ku em nikarin biçin jî ew e ku di warê aborî de jî em pirsgirêkan dijîn. Her malbat nikare debara xwe bike. Ez bi hesreta keça xwe me û min bêriya wê kiriye.”   Nameya ku ji bo Roja Dayikan şandiya hîn jî nehatiye   Emîneyê bi lêv kir ku pirsgirêka herî mezin ew e ku  Gulîstan di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: "Her ku ez keça xwe dibînim lawaz dibe." Emîneyê bal kişand ser astengkirina mafê ragihandinê jî û wiha got: “Par bi boneya Roja Dayikan nameyek ji min re nivîsandibû, lê bi mehan nameya wê nehat. Nameya ku wê îsal di Roja Dayikan de şandibû hê jî negihîştiye. Sedema vê jî ew e ku girtiyên din di nameyê de çend peyvên kurdî nivîsandine. Gelo kurdî qedexeye? Di hilbijartinan de hemû partî bi taybetî jî AKP propagandaya bi Kurdî dike, lê dema mijar dibe Kurd ji wan re qedexe ye. Ji ber ku di nameyê de du peyv bi kurdî hatine nivîsandin, belkî bi mehan şûnde were name, belkî jî neşênin. Çavê min hê li rê ye û li benda nameyê me.”   Cezayê dîsîplînê ji bo halay!   Herî dawî Emîne der barê rewşa Gulîstan û hevalên wê de ev tişt anî ziman: “Gulîstan di pêwendiya xwe ya dawî ya têlefonê de got ku ji bo bi girtiyên din re hevdîtinê pêk bînin gelek caran serlêdan kirine û ji bo demeke kurt destûr dane wan. Dema girtî hatine cem hev, govend gitine û lîlandine û got ku ew ê ji ber vê bên cezakirin. Tê diyarkirin ku ger li gorî qedexeyê tevnegerin dê mafê wan ê ragihandinê ji dest wan bê girtin. Jixwe ji 15 rojan carekê telefon dike, ger qedexe bibe em ê çi bikin. Em vî cezayî qebûl nakin. Em wek malbat her tim li pişt zarokên xwe ne. Ez ji vir silavan ji hemû girtiyan re dişînim, cejna wan pîroz dikim, çavên wan maç dikim, ji malbatên wan re silavan dişînim. Divê em piştgiriyê bidin hev û vê zilmê ji holê rakin.”