ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-26 09:01:06     *Hazîne Alçi ya 24 sale girtiye û  bi protezê  dijî, serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jê re rapora ‘di alî tenduristiya kes de bikaranîna asansorê ferze’ daye û piştî vê bersivê bi lez surgunî girtîgeha Gebzeyê hat kirin. Nivîna wê ya ortopedîk jî piştî du mehan şûnde bi 750 lîra gîhandin Hazîneyê. Yekane daxwaza Hazîneyê dermankirin e. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka berpirsa Polîtîkayên Koçberiyê Elîf Bulut der barê pirsgisrêka penaberan a ku Tirkiye wek koz bi kar tîne de axivî û diyar kir ku îdiayên ku dema nû de Tirkiye penaberan dîsa dike mijara bazarê hene û polîtîka nû ya AKP’ê kêmkirina penaberan e û li penaberên navenda şandinê kaxiza ‘em dildarî şûnde vedigerin’ îmze dikin. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê û endama Desteya Rêveber a Navendî (MYK) Nuray Çevîrmen, diyar kir ku tecrîda girankir ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye. Nûrayê bêdengiya raya giştî li hemberî binpêkirin û tecrîda li girtîgehan jî rexne kir. DÎMEN HEYE   *Gulîstan Al û hevalên wê yên ku bi salan di girtîgehê de ne û cezayê giran ê muebbetê li wan hatiye birîn, ji ber ku govend girtin û lîlandin cezayê dîsîplînê li wan hat birîn. Dayika Gulîstan Emîne Al bang li girtiyan kir ku li dijî van zextan dengê xwe bilind bikin. DÎMEN HEYE   *Navenda Hafiza û Lêkolîn, Arşîv, Pirtûkxane ya Jinên Kurd a xeyalê rojnameger, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû, vebû. Jinên ciwan ên Elmanî yên tevlî vekirina Navenda Hafiza û Lêkolîn, Arşîv, Pirtûkxane ya Jinên Kurd bûn wiha gotin:"Jinên kurd îlhamê didin, çimkî ew tenê ji bo azadiya xwe şer nakin." DÎMEN HEYE   *Jinên Amedî dan zanîn ji ber qeyrana aboriyê tu tiştek ne wekî berê ye û wiha gotin:"Ev qeyran ji her aliyê jiyana me zirarê dide me. Çareseriya qeyrana aborî encax bi guhertina vê hikumetê pêk were." DÎMEN HEYE