Şêniyên Hesekê li dijî tecrîd û êrîşan meşiyan 2023-06-25 20:38:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes li Hesekê û Şedadê li dijî êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.   Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Şedadê bi du meşên cuda tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êriş şermezar kirin.   Meşa li bajarê Hesekê ji pêşiya Çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer dest pê kir û heta Parka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li taxa Nasire dewam kir. Li Parkê meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Elî axivî. Jînda diyar kir ku dewletên kapîtalîst bi komplo û dîlgirtina Ocalan xwestin çand û zimanê Kurdî tune bikin.   Jînda anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye navenda çandê û ji wir bi dehan pirtûkên dîrokî, çandî û zanistî derketin û li cîhanê belav bûn.   Jînda êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya navneteweyî ya li hember wan êrişan şermezar kir.   Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo jî axivî û destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldaneke têkbirina tecrûbeya demokratîk a gelên herêmê ye. Farûq Tozo anî ziman ku sûc û binpêkirinan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li dijî Ocalan bi heman zihniyetê tên kirin û heman alî pêk tîne.   Meclisa Navçeya Şedadê jî bi hevkariya Kongra Star bi heman armancê li bajarokê li Erîşa meşek li dar xist. Meş ji pêş Şaredariya Gel a Erîşa dest pê kir û heta meclisa bajarok deawm kir.   Di meşê de Endama Rêveberiya Mala Jinan a Erîşa Sûad El Ebdullah axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinan, bi taybet êrişa li dijî hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş şermezar kir û got: "Ev şehîd, bi fedekarî û têkoşîna xwe bûn sembolên têkoşîna me.”   Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Zehra El Ebdullah axivî. Zehra êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û got ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirinê pêk tîne.