Ji bo şervana YJA Starê Dilan Durmûş şin hat danin 2023-06-25 19:55:32   ,STENBOL –Ji bo şervana YJA STAR'ê Dîlan Durmûş a li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, şin hat danin.   Ji bo şervana YJA Starê Dîlan Durmuş (Aryena Welat) ku di sala 2022’an de di encama êrîşên dewleta Tirk a li ser herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da û nasnameya wê eşkere bû, li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê şîn hat danin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bagcilarê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Windayan ên Anadoluyê (ANYAKAYDER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MA TUHAYDER), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Rêveberên HDP'ê yên navçeyê. û gelek kes beşdar bûn. Di sersaxiyê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.   Li ser maseya ku wêneyê Hêwayê ji bo sersaxiyê hatibû danîn mûm hatin pêxistin. Dûre sînevîzyona ku wêneyên Havvayê nîşan dide hat vekirin. Piştî sînevîzyonê mewlûd hat xwendin û xwarin hat dayîn.