Nobeda Edaletê di roja 825'an de ye 2023-06-25 12:20:09   RIHA – Di Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku dane destpêkirin dewam dike. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam parvekir “Herçend ku civakê kesên li nexweşxaneyê di wicdanê xwe mafkum kirine jî daraz bêdengiya xwe didomîne."    Di 9’ê Adara 2021’ê de Emîne şenyaşar a ku  li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Wekîlê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatin qetilkir û kurê kurê  xwe Ferît Şenyaşar, ê ji êrîşê bi birîdarî rizgar bû JNobeda Edaletê ya ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 825'an de berdewam dikin. Emîne ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtiye li mala xwe ya Pirsûsê nobeda xwe didomîne.   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Gotinek heye, ‘Em parve dikin êş kêm dibe’… Na, ji ber ku edalet pêk nayê êşa me kêm nabe. Tevî ku civak kesên ku li nexweşxaneyê komkujî kirine di wicdanê xwe de mahkum kirine jî, daraz bêdengiya xwe didomîne."