Welatiyên Dirbêsiyê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan 2023-06-24 16:20:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.   Şêniyên Dirbêsiyê ya Hesekê vê sibehê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xist.   Piştî meşê li sûka navendî mîtîngek hate lidarxistin. Li wir berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û tecrîda li dijî Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Armanca dîlgirtina Rêbertî û ferzkirina tecrîdê ew e ku dewleta Tirk ji fikra Rêbertî ditirse. Ji ber ku fikra Rêber Apo li cîhanê belav bûye.”   Rîhan bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hember tecrîdê şermezar kir û got, ev nîşaneya hevkariya wan a di van sûcan de ye.   Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana  Abdullah Ocalan bi dawî bû.