Kongra Star, derheqê êrişên dewleta tirk de dosyayek pêşkêşî NY'ê kir 2023-06-24 15:28:51                 NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star ji bo girtina qada hewayî, darizandina dewleta tirk li ser sûcên wê yên şer û vekişîna ji herêmên dagirkirî dosyayek pêşkêşî NY'yê kir. Li gorî dosyayê, dewleta tirk ji destpêka îsal ve 31 êrişên balafirên bêmirov pêk anîn, di encamê de 48 kes şehîd bûn û 38 kes birîndar bûn.   Komîteya Agahiyan a Kongra Star dosyayek li ser êrişên dewleta tirk ên bi balafirên bêmirov li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina jinên pêşeng ên di Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî de dosyayek amade kir û pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.   Dosya sûcê qetilkirina 3 berpirsên Rêveberiya Xweser ya di 20'ê Hezîranê de ji hêla balafireke bêmirov a dewleta tirk li ser rêya Tirbespiyê-Qamişloyê lêkolîn dike.   Di dosyayê de behsa rewşa êrişên qetilkirinê di çarçoveya qanûnî û siyasî de, pêşkêşkirina nîqaşên ji bo pêkanîna tedbîrên guncav ên parastina mafên mirovan û desteka qanûna navneteweyî, tê kirin.   Her wiha dosya balê dikişîne ser hedefgirtina yekemîn ku dewleta tirk bi rêya balafireke bêmirov di 23'yê Hezîrana 2020'an de pêk aniye. Di wê êrişa li dijî gundê Helincê yê Kobanê de 3 endamên Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysê şehîd bûbûn.   Li gorî dosyayê, dewleta tirk ji destpêka îsal ve 31 êrişên balafirên bêmirov pêk anîn, di encamê de 48 kes şehîd bûn û 38 kes birîndar bûn.   Di dosyayê de hate bibîrxistin ku dewleta tirk di çend hefteyên dawîn de têkildarî êrişên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser kete qonaxeke nû. Ji 12'yê Hezîranê ve dewleta tirk êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fireh kirin; 35 nuqte kirin hedef û di encamê de bi dehan welatî şehîd xistin.   Herî dawî jî erebeyeke Meclisa Kantona Qamişlo kir hedef, tê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya Meclisê Leyman Şiweş, endamên meclisê Ferat Tûma şehîd bûn. Her wiha hevserokê meclisê Gabî Şemûn jî birîndar bû.   Dosyayê nasname û agahiyên li ser qurbaniyên êrişa dawî aşkera kirin:   Yusra Derwêş; Yusra Mihemed Derwêş di 1972'yan de li Amûdê yê Qamişloyê ji dayik bû. Ji destpêkê ve beşdarî tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji bo guhartina civakî û ji bo rêxistinkirina çalakiyên civakî û siyasî li kantonê bi taybet rêxistina civakî têkoşîn kir. Dema balafira bêmirov a dewleta Tirk ew hedef girtiye hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo bû.   Leyman Şiweş: Bi navê Rîhan Amûdê. Leyman Şiweş di 1968'an li navçeya Amûdê ya Qamişlo de ji dayik bû. Ji zêdetirî 38 salan çalakgera siyasî bû. Pabendî demokrasî, rizgariya jinê û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên li herêmê de bû. Piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê di 2016'an de berê xwe da Minbicê û ji avakirina pergala demokratîk gelek erk pêk anîn. Li Başûrê Kurdistanê nûnertiya tevgera jinan a Kongra Star kir. Di vê dawiyê de bû cîgira Hevserokatiya Kantona Qamişloyê û di encamê êrişa balafireke bêmirov şehîd bû.   Ferat Deniyal Tûma: Li Iraqê di 1979'an de ji dayik bû. Endamekî Partiya Yekitiya Suryan bû û ji bo jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de xebat kir.   Di dosyayê de hate diyarkirin ku dewleta tirk bi vê êrişê xwest îstîqrara herêmê tevlihev bike, hewldanên li dijî DAIŞ'ê lawaz bike, şêniyên resen rûbirûyî xeteriyê bihêle, proejya demokratîk a Rêveberiya Xweser wêran bike.   Her wiha hate gotin piştî Rêveberiya Xweser ragihand ku ew ê çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî darizîne, ev êriş dijwar bûn.   Di dosyayê de gelek xwestek hatin bibîrxistin û wiha ne:   Divê endamên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û civata navneteweyî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin.   Divê nehêlin dewleta Tirk êrişeke leşkerî ya nû pêk bîne û wê neborînin.   Divê asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş plan û balafirên bêmirov ên biçek û nebiçek ên dewleta Tirk were girtin.   Tirkiye li ser hemû sûcên wê yên şer were hesabkirin.   Divê dewleta Tirk yekser ji herêmên dagirkirî vekişe.