Kongreya TUAY-DER’ê hat lidarxistin: Li dijî tecrîdê rabin ser piyan 2023-06-24 14:55:48     Kongreya TUAY-DER’ê hat lidarxistin: Li dijî tecrîdê rabin ser piyan AMED - TUAY-DER’ê di kongreya xwe ya duyemîn de nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û got: “Divê yekane rojeva me tecrîd be û divê em rabin ser piyan.”   Şaxa Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê bi dirûşmeya “Em tecrîdê bişkînin, jiyana azad ava bikin” di kongreya xwe ya duyemîn de li avahiya MED TUHAD-FED’ê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê lidar xist. Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER) û Komeleya Aliman a Amedê tevlî kongreyê bûn.   Li salona kongreyê pankartên “Êşkence sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Bila dawî li êşkenceyên li girtîgehan werin”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Bila tecrîd were bidawîkirin, zîndan werin valakirin” hatin daliqandin.   Endamê dîvanê ya kongrê Mehmet Ergun axaftina vekirinê kir û diyar kir ku divê her kes di vê pêvajoyê de wezîfeya xwe bîne cih. Mehmet destnîşan kir ku her kesê di vê pêvajoyê de berdêlên giran da û got: “Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Ev yek nayê qebûlkirin û ev sûcê mirovahiyê ye. Divê em nîqaşan bikin û xebatên xwe mezin bikin ku tecrîd rabe. Divê yekane rojeva me tecrîd be. Divê gel rabe ser piyan. Berê yek hefte hevdîtin nehatiba kirin, qiyamet radibû. Lê 28 meh in agahî tune ye, lê deng dernakeve. Dem ji me xebitînê dixwaze.”   Di axaftinan de banga xwedî derketina li girtiyan hat kirin.   Hacîce Guneş û Vahap Gunay bûn hevserokên dema nû.   Kongre ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.