Tirkiyeyê beriya Astanayê niyeta xwe diyar kir 2023-06-24 09:10:02       Melîke Aydin   ÎZMÎR - Parlametnera Partiya Çep a Kesk Burcu Gul Çubuk diyar kir ku beriya zîrveya Astana hevseroka Kantona Qamişloyê, cîgira wê û ajovanê wan hedef hatine girtin û bi vê êrîşê Tirkiyeyê niyeta xwe diyar kiriye. Burcuyê got: “Dema jin mekanîzmayên xwe ava dikin jî xetere tên dîtin.”   Di êrîşa ku Tirkiyeyê di 20’ê hezîranê de bi SÎHA’yan pêk anî hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cigira wê Lîman Şîwêş û Firat Tuman hatibûn qetilkirin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk  a Îzmîrê Burcu Gul Çubuk diyar kirku ev komkujî beriya maseya çaran a ku Tirkiye, Rusya, Îran û Sûriyeyê li Astanayê pêk dianî pêk hatiye û got bi vê suîkastê re Tirkiyeyê niyeta xwe daniye holê. Burcuyê got li wir parvekirina Rojava û tunekirina Kurdan hatiye axaftin.    ‘Beriya Astanayê Tirkiyeyê niyeta xwe daniye holê’   Burcuyê da zanîn ku Tirkiye hewl dide bi sûîkastan li Tirkiyeyê xwe pêş bixîne û wiha dirêjî daye: “Êrîşa li Rojava beriya hevdîtinên Astanayê pêk hat. Çar dewletên li Astanayê hatin gel hev der barê axa Kurdistanê de biryar dan. Di vê maseyê de mafê Kurdan yên tayînkirina qedera xwe tune ye: Ji ber vê jî her dewletê hêza xwe  li ser vê maseyê daniye holê. Tirkiye bi taybet bi êrîşên li dijî Başur û Rojava niyeta xwe daniye holê. Bi bombebaranan suîkastan dike."   ‘Lozan jî maseyek wisa bû’   Bucruyê wiha dirêjî daye: “Di maseya Astanayê de gelê Kurd wek dijmin hatye dîtin. Hewl didin gelê Kurd tune bikin. Li holê mijara parvekirina Kurdistanê heye. Lê ne nûnerê gelê Kurd yê gelên din li wir tune ne. Ev mase ji aliyê mêtîngeran ve hatiye avakirin. Lozan jî wisa bû. Dema vê dikin jî ji komkujiyan xwe dur nagirin.”   ‘Nêrîna Tirkiyeyê ya li hember jinê dijberê mînaka Rojava ye’   Burcuyê daxuyakirin ku nêrîna Tirkiyeyê ya li hember jinan, nîşaneya hevkariya wan ya bi DAIŞ’ê re ye. Burcuyê ev tişt anî ziman: “Hevserokatî dema borî jî ji aliyê wezîrê karê hundir ve hedef hatin girtin. Li Rojava jinên ji cîhadîstan xilas bûne û gund ava kirine hene. Li wir dewlet stargehan venake, mafê dengdayîna wan naparêze. Li wir mekanîzmayên jinan hene. Edeletê ji bo xwe rêxistin dikin. Yanî berovajî vir e. Ji ber vê jî nûnerên wê bi xeter tên dîtin. Fikrên wan bi xeter tên dîtin.”   ‘Bi êrîşê nirxên morale gel hedef hatin girtin’   Burcuyê balkişand ser êrîşa pêk hatiye û got: “Suîkast bi armanca xistina moralê gel pêk hatiye. Hewl didin hesta bê parastinbûnê biafirînin. Li Kobanê bi teknolojiye peyama tehdîdê dane gel. Bi taybet  ji jinan re dibêjin ku em dikarin li nûnerên we bixin. Dixawzin hêzê xera bikin. Dixwazin gelekî ku xwe di bin kontrolê de hîs dike biafirînin. Bi vî awayî dixwazin deformasyonê bikin.”   ‘Hewldana bicihbûnê heye’   Burcuyê daxuyakirin ku dewleta Sûriyeyê jî hewl dide ji nû ve li Rojava bi cih bibe û wiha dirêjî daye: “Kurdan li wir mafên xwe bidestxistine qedera xwe bixwe tayîn dikin. Lê dewletên vê qebûl nakin hene.  Sûriye bi cih bibe wê destkeftiyên jinan bên tunekirin. Li Rojava têkoşîna gelan bi ser ket. Cîhadiyan hêz winda kirin. Li Astanayê çar dewlet hatin gel hev û dixwazin li ser axa ku ne aydê wan e bibin serdest. Di astanayê de hêzek ku hevsengiyan biguherîne derneketiye holê.”   Burcuyê da zanîn ku ne tenê gelê Kurd, aliyên sosyalîst û demokatîk jî li dijî vê êrîşê gotine êdî bes e û got: “Lê îro hêzek wisa derneketiye holê. Em wek kesên ku têkoşîna gelan diparêzin vê hêzê nikarin derxin holê. Divê mijara me ev be. Divê em riya vê rêxistinbûnê vebikin. Divê em di pêvajoyên rexneyan de vê nîqaş bikin.”