'Kuştinên jinan di encama politîkayên tên meşandin de pêk tên' 2023-06-24 09:06:18       Melek Avci   ENQERE - Hevseroka giştî ya SES’ê Gonul Adibellî, da zanîn ku kuştinên jinan ên li her qadê pêk tên wek ‘sedemên malbatî’ tên nîşandan û got: “Em dizanin ku ev kuştin mixabin bi sedemên malbatî tên nirxandin. Polîtîkayek ji aliyê desthilatdariyê ve tê meşandinê heye. Jin li dijî van polîtîkayan têdikoşin.”   Di 13’ê hezîranê de li Alanya ya Antalyayê Melek Bagce li Navenda Tenduristiyê ya Hejmara 5'an ji aliyê mêrê bi navê Mustafa Bagce ve ku pê re di asta destberdanê de bû hat qetilkirin. Qirkirina jinan ku her roj li her qadê pêk tê mixabin bi sedemên malbatî sînor dihêlin. Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Gonul Adibellî da zanîn ku bijîşk Melîke ya hatiye qetilkirin ne ya ewil e. Gonulê der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Hawirên kar ên bi ewle tune ne’   Gonulê diyar kir ku li Tirkiyeyê rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin û ev ji polîtîkayên destilatdariyê pêk tên û got: “Gumanbarên destdirêjiyê dikin û jinan qetil dikin nayên cezakirin. Ev bi encama polîtîkayên bêcezahiştinê pêk tên. Kujer cesaretê digirin û vê dikin. Herî dawî hevala me ya bijîşk li navenda tenduristiya malbatî ku di asta destberdanê de bû hat qetilkirin. Bi roj dema pîşeya xwe dikir hat qetilkirin. Mixabin ewlehiya cihên kar tune ne. Bi taybet li saziyên taybet ewlehiya karkeran tune ye, cihên kar ên bi ewle tune ne.”   ‘Ferzkirina performansê hestên mirovan tune dike’   Gonulê bi lêv kir ku piştî cînayetê navenda tenduristiyê vekirî hatiye hiştin û kedkarên tenduristiyê normal xebat domandine û wiha anî ziman: “Pergal nahêle kedkar hestên mirovî jî bijîn. Dema me nû bihîst em pir xemgîn bûn. Di bin navê performansê de hestên mirovan tune dikin.”   ‘Xizmetek tenduristiyê ya tê sorkirin heye’   Gonulê her wiha di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Dema em tundiyê di alî tenduristiyê de bigirin dest bi salane ev pirsgirêk di bin navê ‘polîtîkaya veguhertina tenduristiyê’ de pêk tê. Ev pergal tundiyê diafirîne. Xizmetek tenduristiyê ya tê sorkirin heye. Li ser vê pergalê tevdigerin. Ji ber vê jî tiştek wisa pêş dikeve. Welatî yan jî kesên xizmetê dibînin vî mafî bi xwe re dibînînin û xebatkar di çi şertan de dixebitin li ber çavan nagirin. Nizanin bijîşk, hemşire an jî xebatkarên din çawa dixebitin.”   ‘Tundî rewa kirine’   Gonulê da zanîn tundî rewa kirine û axaftina xwe wiha domand: “Me bi dehan carî anî ziman; pergala xebatê, modelên îstîhdama cuda, şertên xebatê girani n. Nobet dirêj in. Mirov ji ber demdirêj dixebitin, rewşa ku nikare bibe bersiva pergala tenduristiyê ya sorkirî dertê holê. Lê welatî ne di ferqa vê de ne. Ji ber pergal berovajî vê ji wan re dibêje, ‘tu biçî tu yê xizmetê bigirî.’ Welatî jî dibêje ‘tu yê xizmetê bidî.’ Empatiyek nayê avkairin.  Ji ber ku ji bo xizmetê bigirin diçin û di rewşa ku negirin de jî tundî dertê holê. Pergaleke ku tundiyê rewa dike heye.”   ‘Sedem ne malbatî sedem nêrîna pergalê ya li hember jinê ye’   Gonulê diyar kir ku Midûriyeta Tenduristiya Navçeyê ev qetilkirin wek ‘mijara nav malbatî’ nirxandiye û anî ziman ku ev ne rast e û wiha domand: “Kuştinên jinan polît in. Ev jî polîtîk e.  Tiştên hatine jiyîn em diznain ku ji aliyê kîjan pergalê ve tê kirin. Ev kuştin ji ber polîtîkayên jinan tên kirin. Kujer ji ber cesaretê ji polîtîkayên bêcezahiştinê digirin sûcên xwe didomînin. Lê em dizanin ku ev kuştin  mixabin bi sedemên malbatî tên nirxandin. Polîtîkayek ji aliyê desthilatdariyê ve tê meşandinê heye. Jin li dijî van polîtîkayan têdikoşin.”   'Li dijî vê yekane tişta para me dikeve têkoşîn û piştevanî ye'   Gonulê bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha dawî lê anî: “Jin tevî hemû êrîş û tundiyan wê dest ji têkoşînê bernedin. Peymana Stenbolê fesh kirin niha çav berdane qanûna hejmara 6284'an. Tifaqên nû hatine avakirin û meclîsê ev ji nû ve anîn rojevê. Ez bang li hemû jinan dikim. Li dijî vê yekane tişta para me dikeve têkoşîn û piştevanî ye. Em ancax bi têkoşîn û piştevaniyê dikarin li dijî vê zîhniyetê rawestin.”