Gulseren Yolerî: Em ê xebatên xwe ji cihê maye bidomînin 2023-06-24 09:03:26     Elfazî Toral   STENBO - Seroka Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî da zanîn ku dema nû de wê xebatên xwe bidomînin û got: “Parêzvanên mafê mirovan di her şert û mercî de amade ne ku bixebitin. Komeleya Mafê Mirovan di têkoşîna xwe ya 37 salan de ev zelal dîtine. Em ê jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe bidomînin.”   Seroka Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî ku 6 sale serokatiya komeleyê dike di rojên borî de di 18’ê Hezîranê de  19’emîn civîna Lijneya Giştî ya Asayî pêk anî. Gulseren ji bo dema nû dîsa bû sroka komeleyê.   Gulserenê der barê pêvajoya  borî, hedefên ji bo dema pêş, rol û mîsyona ÎHD’ê de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Em ji bo  her kesî têdikoşin’   Gulserenê da zanîn ku wek komele şahidiya gelek binpêkirin mafan dikin û di salên dawî de li Tirkiyeyê bi awayekî dijhiqûqî binpêkirinên mafan û dijhiqûqî tên jiyîn. Gulserenê wiha dirêjî daye: “Her kesî li vî welatî dijî bi binpêkirinên mafan re tên rû hev.Hemû alî li Tirkiyeyê mexdurên binpêkirina mafan e. Em wek Komeleya Mafê Mirovan kî dibe bila bibe, ji bo hemû kesên mafên wan hatine binpêkirin têdikoşin. Em ê ji vir şûnde jî ji bo mafê mirovan têbikoşin.”   ‘Em faliyetên têkoşînê dimeşînin’   Gulserenê  got ji mafê jiyanê heta yê starbûê ji mafê tenduristiyê heta yê perwerde û ekolojiyê li her qadê ji bo pêşxistina mafê mirovan hewl didin û wiha dirêjî daye: “Komeleya Mafê Mirovan şopandina hemûmafê mirovan yên herêmê dike. Em xebatên xwe dimeşînin. Komîsyona girtîgehan û komisyona kesên dibinçavande hatine windakirin xebatan dimeşînin. Bernameyên em pêk tînin têkoşîna li dijî binpêkirina mafan e û parastina mafên kes in.”   ‘Xebatên me ji vir şûnde jî wê bidomin’   Gulserenê da zanîn ku civîna lijneya giştî ya nû di 18’ê hezîranê de pêk anîne û wiha dirêjî daye: “Me lijneya giştî ya 19emîn pêk anîn. Rêveberiya nû diyar bû. Me peyewira xwe parve kir. Xebatên me ji cihên mabûn didomin. Dema nû de em ê hewldanên xwe bidomînin. Heman demê de em ji bo dema nû bernameyek xebatê amade dikin. Em ê hedefên xew diyar bikin û li ser vê xebatên xwe bimeşînin.”   Gulserenê wiha dawî lê anî: “Binpêkirin wê dema nû de jî zêde dibin. Ji ber dijhiqûq û binpêkirinên mafan didomin. Mînak rewşa Dayikên Şemiyê. Sê biryarên Dadgeha Destura bingehîn ya der barê Dayikên Şemiyê de hene. Lê mixabin ev biryarên DDB’ê pêk nayên.  Ev jî nêzîkatiya deshtilatdariyê nîşan dide. Em parêzvanên mafê mirovan di her şert  û mercî de ji bo têkoşînê amade ne. Em ê xebatên xwe bidomînin.”