Rapora têkildarê Girtîgehên Rihayê hat aşkerakirin 2023-06-23 16:48:57     RIHA - Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî Girtîgehên Rihayê yên Jimara 1’an û 2’yan ên Tîpa T’yê rapora binpêkirina mafan amade kir û got: “Bi rewşa heyî re girtîgeh hişyariyê didin.”    Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî Girtîgehên Rihayê yên Jimara 1’an û 2’yan ên Tîpa T’yê rapora binpêkirina mafan amade kir û li avahiya xwe eşkere kir. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Gulistan Paydaş di civînê de axivî û diyar kir ku li girtîgehên Rihayê bi girtiyan re hevdîtin kirine, gelek binpêkirinên mafan tespît kirine û gelek girtiyên nexweş li girtîgehan hene.    Gulistan, binpêkirinên mafên girtiyên nexweş ku pê re rûbirû mane rêz kir û wiha got: “F. A, M.D.K, C.C, M.A, A.B, A.B. û H.A, E.G, Y.Y, S.K. M.T û girtiyên din bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû mane. Hat diyarkirin ku wisa xuya dike girtî H.A. nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye û ji bo tedawiyê û tetkîkan tu gav nayê avêtin. Li gel ku pêdiviya F.A. bi piştbend (korse) heye jî lê rêveberiya girtîgehê gavek navêje. Divê bêyî dereng bikeve ji bo F.A. piştbend were temînkirin. Berevajî vê binpêkirina rewşa li dijî mirovahiyê û muameleya xerab e. Hemû berpirsiyarî li ser milê îdareyê ye. Heke îdare wezîfeya xwe pêk neyîne ev dibe sûc.”    Gulistan, anî ziman ku binpêkirinek din a mafan jî ew e ku girtiyên ku înfaz ango cezayê xwe qedandine mafên wan ên tehliyeya bişert tê astengkirin û Î.H.T, S.D, H.D, E.K, H.O, N.T, C.C. di nav kesên ku înfaza wan bêhincet hatiye taloqkirinê de cih digirin. Gulistan, da zanîn ku rêveberiyên girtîgehan rayeyên xwe di warê xerab de bikar tînin û xwest dawî li van sepanan were û xwest mekanîzmayên ku dikaribin kontrol bikin û zelal werin lipêşxistin.    Gulistan wiha got: “Di rewşa heyî de girtîgeh hişyariyê didin. Divê beriya her tiştî girtîgeh li gorî qanûnên ku hene tevger bike. Divê rayedarên dewletê rewşa girtîgehan li ber çavan bigirin û li gorî qanûn û hiqûqa neteweyî û navneteweyî tevger biki. Ji bo ev rewş bi dawî bibe pêwîste bi berpirsiyariya xwe rabin. Em li dijî binpêkirinên mafan bang li CPT, Wezareta Dadê, TÎEK û Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin.”