Li Stockholmê êrîşên li hember Rojava hatin protestokirin 2023-06-22 22:33:00   NAVENDA NÛÇEYAN- Li paytexta Stockholm a Swêdê êrîşên dewleta Tirk bi mîtîngeke girseyî hat protestokirin û hat xwestin qada hewayî ya Rojava ji firînê re were girtin.   Qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û Firat Tûma ku di 20’ê Hezîranê de li Qamişloyê bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk hatin qetilkirin, li paytexta Swêdê Stockholmê bi mîtîngeke girseyî hate protestokirin.   Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amarayê ve li qada Sergels Torgetê hate lidarxistin.  Di axaftinan de destnîşankirin ku Erdogan li  dijî Kurdan sûcê şer dikin û wiha gotin: “Divê hemû rêxistinên cîhanê li dijî van pêkanînên hovane bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest. Dewleta Tirk jî weke DAÎŞ’ê jinan dike hedef. Divê saziyên mirovî, bi taybet hêzên koalîsyona navneteweyî, qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafiran re bigirin.”   Çalakî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ ‘Rojava biparêzin’ bidawî bû.