Jinên Elewî: Roj roja têkoşîn û yekitiyê ye 2023-06-22 21:20:31   NAVENDA NÛÇEYAN- DAKB’ê ku bertek nîşanê bêdengiya welatên Ewropayê  ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava da û diyar kirin ku divê helwesta xwe li dijî van êrîşan nîşan bidin.   Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) têkildarê êrîşa dewleta Tirk ku Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û ajokar Firat Tûma qetil kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.   ‘Bi top û SÎHA’yan êrîş dikin’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilata faşîst ku bi hilbijartinên 14-28’ê Gulanê dest da ser vîna civakê, sond xwariye ku destkeftiyên Kurd û Elewî û jinan ji navê rabike. Rejîma yek mê hin Kurd jî dane ba xwe û êrîşê Kurdên berxwedêr dike.Ji daxuyaniyên hikûmetê û Soylû diyar e ku dixwazin çar parçeyên Kurdistanê dagir bikin û di sedsala 21’emîn de li qirkeriyê dewam bikin. Ji bo bigihîje armanca xwe, jinên bi ya wê nakin, ji xwe re dike armanc. Bi top û ÎHA û SÎHA’yan nêçîra jin, şoreşger û Kurdên berxwedêr dike.”   ‘Têkoşîn tevî hemû êrîşan berdewame’   Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Banga me ji bo her kesî ye. Roj, roja têkoşîna li dijî rejîma yekzilamî ye. Têkoşîna heq û heqîqetê li dijî feraseta neheq a merserwer a li Mezopotamya û Anatoliyaya qedîm berdewam e. Têkoşîna jinan, tevî hemû komkujî û qirkeriyan berdewam e. Em DAKB, vê ferasetê baş nas dikin û şahidê wê ne. Banga me li welatên Ewropayê ye. Kujer diyar in. Helwesta xwe li dijî van neyarên nemerd ên jinan diyar bikin. Di serî de em jin, tiştê dikeve ser milên me hemûyan, ew e ku bi têkoşîna destanî re bin, li vê têkoşîna heq û heqîqetê bibin xwedî. Roj, roja yekitî, têkoşîn û piştevaniyê ye li dijî vê feraseta neheq.”