Li dijî ÇEDES’ê kampanya îmzeyan 2023-06-22 20:53:24   ÎZMÎR- Platforma Gençlîk Devirecek der barê betalkirina pêkanîna ku di bin navê  ‘ şêwirmendiya manewî’ de meleyan tayînê dibistanandikin de kampanya îmzeyan da destpêkirin û îmzeyên bên komkirin wê radetê Walîtiya Îzmîrê bê kirin.   Platforma Gençlîk Devîrecek,  li dijî pêkanîna wê di bin navê ‘Şêwirmendiya manewî’de mele tayînê dibistanan bên kirin de kampanya îmzeyê da destpêkirin. Platformê di têketina Sûka Karşiyaka de daxuyanî dan. Di du hefteyan de hezar îmze hatin komkirin.  Di daxuyaniya ku pankarta ‘em ê destur nedin pêkaîna perwerda olî ya di çarçoveya ÇEDES’ê ya AKP’ê. Ne perwerda olî ya laîk’ vekirin.   Li ser navê platformê Denîz Anur axivî û da zanîn ku AKP û rejîma yek mêr di 20s alan de pergala perwerdê li gorî îdeolojiya xwe teşe kiriye û bi protkolên tên kirin zarokan emanete tarîkan dikin. Denîzê da zanîn ku wê bi navê ‘şêwirmendiya manewî’ de meleyan tayînê dibistanan bikin û got tevî israrên Egîtîm Senê  ji rayagiştî re jî der barê mijarê de agahdariyek nekirine.    Denîzê balkişand ser texrîbata ku AKP ku AKP li ser civakê dike û got ew vê projeye qebûl nakin. Denîzê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wan kampanya îmzeyan bidawî kirine û wê îmzeyan radestê Walîtiya Îzmîrê bikin û piştî wê jî têkoşînê wê bidomînin.