‘Êrîş li dijî projeya demokratîk û şoreşa gelan e’ 2023-06-22 18:31:47   NAVENDA NÛÇEYAN- Di çalakiyên pêk hatin de êrişên li dijî herêmê Bakur û Rojavayê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û wiha hate gotin, "Êrişa li dijî 2 endamên rêveber û endamekî Meclisa Kantona Qamişloyê nîşaneya dewama dijminahiya li dijî şoreşa gelan û projeya wan a demokratîk e."   Di êrîşa ser riya Qamişlo-Tirbespiyê ya li dijî wesayîta Meclisa Kantona Qamişloyê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Lîman Şiweş û endamê meclisê Firat Tûma  jiyana xwe ji dest dan ûher wiha hevserokê meclisê Gabîî Şemûn jî birîndar bibû. Gelê herêmê li hember van êrişan bertekên xwe nîşan dan.   Til Koçer   Kongra Star a Til Koçerê li pêş navenda xwe ji bo şermezarkirina êrişên dewleta daxuyaniyek da. Endama Komîteya Edaletê ya Kongra Star Ula Hemûd Muflih daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de êrişa li dijî 2 endamên rêveber ên Meclisa Kantona Qamişloyê û endamekî meclisê hatin şermezarkirin û hate gotin ev êriş di şexsê jinan de, li hember projeya demokratîk û  û şoreşa gelan pêk hatiye. Di dawiyê de hate gotin divê dewleta Tirk bizane wê planên wan têk bibin.   Reqa   Navenda Jinan a Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê bi beşdariya dehan jinan, endamên nivîsgehê û saziyên sivîl ên Reqayê daxuyaniyek da.   Endama nivîsgehê Fatma El Ehmed daxuyanî xwend û got êdî bes ji qetilkirin û bêdengiyê re, êdî bes e qetilkirina jinên parastina xak, doz û gelê xwe dikir e. Di daxuyaniyê de hate gotin êdî jin bo armanca balafirên dewleta Tirk  û çeteyên wê, duh Hevrîn û piştre Zehra û îro jî Yusra û hevrêyên wê ne.  Di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildarî mafên jinan kir ku sînorekê ji van kiryarên dermirovî û derexlaqî re deynin û çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê pêk bînin.   Til Hemîs   Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê jî bi beşdariya endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî li pêş avahiya Kongra Star daxuyaniyek da. Endama kongrayê Ezarî El Feyhan daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin êdî siyaseta dewleta Tirk ji aliyê her kesî ve tê zanîn û armanca wan parçekirina projeya Rêvberiya Xweser e.   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ji bo parastina destkeftiyên li herêmê û rizgarkirina tevahî herêman divê têkoşîn bê bilindkirin.