Li Silopyayê li dijî êrîşan bertek: Ji pergala Rojava ditirsin 2023-06-22 14:32:05     ŞIRNEX - Bi pêşengiya TJA’ê û Meclisa Jinan a HDP'ê li Silopyayê êrîşên li dijî Rojava bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, destnîşan kir ku Dewleta Tirk ji pergala Rojava ya demokratîk ditirse.   Di 20'ê Hezîrana 2023'yan de dewleta tirk bi SÎHA'yan Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û Firat Tuma ku ajovanê wan bû kir hedef û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dan. Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad(TJA) û Melisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) li  ber avahiya Partiya Çep a Kes a Sîlopiyê daxuyaniyek hat dayîn û êrîş hat şermezarkirin.  Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk(DBP) û parlementera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê, Parlementerên Partiya Çep a Kesk yên Şirnexê Newroz Uysal û Zekî Îrmez, Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya Bajarê Şirnexê, Rêxsitina HDP'ê ya Şirnexê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya navçeya Silopyayê tevli daxuyaniyê bûn.   Destpêka daxuyaniyê de Hevseroka DBP’ê ya silopyayê Emîne Oruç axivî û êrîşên li dijî jinê şermezar kirin û li dijî van êrîşan banga yekitiyê kir.   Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û got: “Roj derbas nabe ku dewleta tirk li hemberê deskeftiyên kurdan qetlîaman pêk neyîne. Du roj berê li Rojavayê êrîşek pêk anî û sîyasetmesarên jin hedef girt. Ev jinên ku hatin qetîlkirin li hemberî DAIŞ'ê têkoşîn dane. Şoreşa Rojava û têkoşîna van jinan îro ji bo cîhanê mînak in. Lê dewleta tirk ji pergala Rojava ya demokratîk ditirse. Baş tê xuyakirin ku têkiliyên dewleta tirk û yên çeteyan di çi astê de ne. Şerê li dijî kurdan ne çareserî ye. Dewleta Tirk statûbûyîna kurdan naxwaze lewra êrîşên xwe yên li dijî kurdan zêdetir dike. Pêwîste ku li dijî van êrîşan gelê Kurd yekitiya xwe ava bike. Em ê heta dawiyê deskeftiyên kurdan û jinê biparêzin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.