Hemwelatiyeke Elman a jineke Êzidî kiribû kole, hat mehkûmkirin 2023-06-22 13:41:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Koblenzê yê Elmanyayê jineke DAÎŞ’î ya ku hemwelatiya Elmanyayê ji ber ku jineke Êzidî kiribû kole û bûye hevkara qirkirinê cezayê girtîgehê yê 9 salan lê hate birîn.   Jina ku navê wê kirin Nadîn K (37) û endama DAÎŞ’ê ye li dadgeheke li Koblenzê hate darizandin. Ji ber ku vê kesê jineke Êzidî kiriye kole û hevkariya sûc kiriye, dadgehê ceza li wê birî.   Dadgehê cezayê girtîgehê yê 9 salan da vê jinika ku hemwelatiya Elmanyayê ye. Nadîn K. ji Kanûna 2014’an heta Adara 2019’an endama DAÎŞ’ê bû. Berê çû Sûriyeyê ba hevjînê xwe yê DAÎŞ’î. Di sala 2015’an de ew û hevjînê xwe çûn Mûsilê û piştre vegeriyan Sûriyeyê.   Di Nîsana 2016’an de jineke Êzidî ya 22 salî kir kole. Wê û mêrê xwe ev jina Êzidî li malê da xebitandin û xwestin li gorî rîtuelên Îslamê tevbigere. Di heman demê de mêrê Nadîn K.  tecawizî vê jin a Êzidî jî dikir.   Nadîn K. di Adara 2022’an de dema vegeriya Elmanyayê hate girtin.   Dadgeha Elmanyayê di Mijdara 2021’ê de sûcên li dijî Êzidiyan wekî ‘qirkirin’ nas kir û di vî warî de bû dadgeha yekemîn.