'Edaleta derengmayî zilm e!' 2023-06-22 13:27:18     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku têkoşîna xwe ya ji bo edaletê didomînin gotin, "Em dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin û edaleta derengmayî zilm e."   Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêstvanên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz du law û hevjînê Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Li dijî vê Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji bûyerê bi birîndarî filitî di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê Dest bi Nobeda Edaletê kiribûn.  Nobeda malbatê di roja 822'yan de dewam dike. Malbatê ji ber nexweşiya Emîne Şenyaşar nobeda xwe îro li mala xwe ya li Pirsûsê dewam kir.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç û Wezareta Edaletê etîket kirin û ev peyam parve kir,"Dayika min li ber Edliyeya Rihayê û ez jî li Meclisê...em dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernadin. Eldaleta derengmayî zilm e. Em nabin hevparên zilmê."