Li Swîsreyê kurd li dijî êrişan daketin qadan 2023-06-22 10:31:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê kurd li dijî êrişan daketin qadan. Kurdistaniyan diyar kirin ku li dijî êrîşên dewleta tirk ew ê bi dil û can Rojava biparêzin.   Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku herî dawî 20'ê Hezîranê li Qamişloyê Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tûma hatin qetilkirin, li Swîsreyê xwepêşandan hatin lidarxistin.   Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarên Lozan, Basel, Cenevre, Solothûrn û Wîntherthûrê yên Swîsreyê meş û mîtîng lidar xistin û diyar kirin ku ew ê Rojava biparêzin.   Her wiha bang li alîgirên mirovahiyê kirin ku xwedî li Rojava derkevin.   Çalakî bi banga Civaka Demokratîk a Kurd a Demokratîk li Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hatin lidarxistin.