Yusra Derwêş û Lîman Şiwêş hatin definkirin 2023-06-21 22:27:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Yusra Derwêş û Lîman Şîwêş ku di êrîşa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin.    Bi tevliûna hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Cîgira Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Leyman Şiwêş (Rîhan Amûdê) oxir kirin.   ‘Dijmin jinên pêşeng hedef digire’   Merasîm li Goristana Şehîd Isamîl a navçeya Amûdê bi tevlibûna nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, TEV-DEM, heval, dost û malbatên wan pêk hat.  Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî El-Seyd axivî û got: “Ev girseya li vir,  nîşan dide ku tu hêz nikare moral û vîna me têk bibe. Ez destpêkê sersaxiyê ji Rêbertî re dixwazim, ji ber ku ew e yên jinên qehreman da pêş. Dijmin jinên pêşeng hedef digire ji ber ji rola wan a qehreman ditirse.”   ‘Gel bedelên giran dan’   Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û da zanîn ku dewleta Tirk  ji bo piştgiriya terorê û dagirkirina Sûriyeyê bike, asta êrişên xwe dijwar kiriye, bi van êrişan aloziya di hundirê Tirkiyeyê de vedişêre. Telet wiha dirêjî dayê: “DAIŞ zarokên Erdoganin û dixwaze projeya demokratîk a gelan têk bibe û gelan bê îrade bihêle. Hêzên ku di civînên Astanayê de hazir dibin bazaran li ser gelê Sûriyeyê dikin, ev civîn jî berdewamiya komploya li dijî gelê me yê azadîxwaz e. Êdî bes e, bi vê bêdengiyê hûn dibin hevkarê van komkujiyan in. Gelê herêmê ji bo aramî û ewlehiya cîhanê berdêlên pir giran dane. Divê li hemberî projeya Rêveberiya Xweser hûn bi berpirsyariyeke exlaqî rabin. Divê bi erka xwe ya li hemberî hêviyên gelê Sûriyeyê rabin.  Rihan têkoşer, berxwedêr û milîtan bû, Yusra dev li ken, mamoste, rêveber û jina pêşeng bû. Firat jî fedekar û leheng bû. Divê ji bo şopandina rêya wan gelê me li derdor rêveberiya û hêza xwe bicive û siyasetên qirkirinê têk bibe. Em jî heta pêkanîna hêviyên van şehîdan li ser piyan bin.”   ‘Rihan bû dengê jinan’   Endama Koordînasyona Kongreya Star Rûken Ehmed li ser navê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û anî ziman ku ew careke din 2 jinên şoreşger oxir dikin û wiha dirêjî daye: “Rîhana Kurdistanî ye, ji ber ku li Amûdê, Kobanê, Qamişlo, Efrîn, Amadê, Mehebat, Silêmanî û Hewlêrê bû. Ya Zagros û Botanan bû, tekoşîneke bê hempa daye meşandin. 2016`an piştî rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê derbasî Minbicê bû, bi pêkhateyên wê re kar da meşandin. Ji bo bibe dengê jina azad 38 salan têkoşîna azadiyê kir. Pêwîst e em Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz û Cerablusê vegerînin. Wê kesayetên azad xwedî li Sûriyeyê derkevin, ne kesayetên xwefiroş ku niha li hev dicivin.  Em soz didin ku nehêlin bihustek ji axa me careke din dagir bibe.”   ‘Em soz didin şehîdên xwe’   Hevserokê Partiya Yekitiya Suryana Senherîb Bersûm jî axivî û diyar kir ku ji dîrokê heta roj îro dijmin yek e û wiha domand: “Dewlet xwe li ser qirkirina gelê Suryan, Ermen, Kurd û civaka elewî û êzdî ava kiriye, heta niha jî hewldanên xwe yê qirkirinê dike. Em xwedî mafekî ne, em her dem serkeftî ne ji ber ku em xwedî îrade ne û bi şehîdan ve girêdayî ne. Gelê me li herêmê di nava hevgirtinekê de dijîn, xwîna me bûye yek bi vê yekê jî em soz didin şehîdên xwe. Îradeya pêkhateyan sembol û ronahî ye û dê Rêveberiya Xweser pê bimîne.”   Paşê li ser navê malbata Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Şehîd Yusra Derwêş, Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf axivî û got: “Her du şehîd sembola jinên Kurd e. Şehadet destanek e ji ber di hindirê xwe de evînekê dihewîne. Heke gel bi dil û can li ser şopa şehîdên xwe bimeşe wê tekez serkeftinê bidest bixe û planên dijminan têk bibe.”   Piştî axaftinan cenazeyê Yusra Derwêş û  Lîman Şiwêş li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin definkirin.