Li Zûrîhê qetilkirina Yusra Derwêş hat protestokirin 2023-06-21 19:38:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên xwe ku li dijî êrîşên li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Zurîhê derketin qadan, ji bo parastina Rojava banga piştevaniya navneteweyî kirin.   Qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tuma qetil kirin, li ber Balyozxaneya Tirk a li bajarê Zurîh ya Swîsreyê hat protestokirin.   Kurd û dostên xwe ku li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û PYD’ê hatin ba hev û daxuyaniyek dan.   Di çalakiyê de  Emre Aykûtellî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Bi pişt re Hevseroka CDK’ê ya Zurîhê Ayşe Dîcle axivî. Ayşeyê ku dewleta Tirk jinên ji bo avakirina azadiya jinan û demokrasiyê li pêş bûne, di nav siyasetê de çalak bûne, ji xwe re kirine armanc.   Mehmet Emîn Omar li ser navê PYD ya Swîsreyê, ji rêveberiya Yekitiya Suryanên Ewropayê (ESÛ) Semîr Ozmen û li ser navê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Metîn Yilmaz, di çalakiyê de axivîn. Di axaftinên hatin kirin de banga geşkirina piştevaniya navneteweyî li dijî êrîşên bi armanca dagirkirina Rojava, hat kirin.   Çalaki bi dirûşmeyan bidawî bû.    Bi pêşengiya Konseya Kurd Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Kurd û dostên Kurdan, x