Li herêma Kurdistanê di salekê de tundî 16 hezar 897 jinî hat kirin 2023-06-21 18:56:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Alikariya Qanûnî ya Jinan daxuyaniyek da û diyar kir ku li Herêma Federal a Kurdistanê di 2022’an de li 15 hezar û 897 jinî tundî hatiye kirin   Rêvebera Rêxistina Alîkariya Qanûnî ya Jinan Şoxan Ehmed di daxuyaniye çapemeniyê de got:“Tenê li sala 2022’yê li Hewlêrê 4 hezar û 67, li Duhokê 4 hezar û 348, li Silêmaniyê 5 hezar û 411 û li Helebce 74, li Îdareya Germiyan hezar û 86, li Îdareya Raperîn 624, li Soran 365 rewşên tundûtiyê li dijî jinan li saziyê me hatine tomarkirin.”   Şoxan Ehmed diyar kir ku sala borî 119 hezar û 305 kes bi xeta germ ya telefonê re peywendî çêkiriye, 2 hezar û 555 kesan serî li navenda şêwirmendiyê û 826 kesan jî serî li lîjneya aştîkirinê dane.   Li gorî daneyên Rêxistina Alîkariya Qanûnî ya Jinan li sala 2022’yê 21 hezar û 164 girêbestên zewacê û 5 hezar û 533 rewşên cudabûna hevjînan hatine tomarkirin û li gorî daxuyaniya Şoxan Ehmed, ji sedî 25’ê kesên ku zewicîbûn, ji hev cuda bûne.