Li Mêrdînê ji bo kesên li Qamişloyê hatin qetilkirin daxuyanî hat dayin 2023-06-21 16:18:25     MÊRDÎN - Rêxistinên navend û navçeyan ên DBP’ê, Partiya Çep a Kesk û HDP’ê qetilkirina Hevseroka Qantona Qamişloyê Yusra Derwêş û cîgira wê Leyman Şiwêş şermezar kir.    Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrdînê, êrişa dewleta tirk a bi balafira biçek a bêmirov (SÎHA) li dijî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş, Kamûran Tanhan, George Aslan û berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û gelek endamên her sê partiyan beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP’a Mêrdînê hate lidarxistin bûn.    ‘Tirkiye kurdan dikuje’    Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Şerafettîn Aslan êrişa pêk hatî şermezar kir û wiha got: “Her çiqas Komara Tirkiyeyê bibêje ‘Em ne li dijî kurdan li dijî terorîzmê ne jî’ bi awayekî vekirî kurdan dike hedef  û qetil dike.”   Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Bêrîtan Guneş a pişt re axivî jî destnîşan kir ku roj nîne li dijî kurdan êriş neyê kirin û wiha got: “Li Rojava Tirkiye siyasetmedarên kurd hedef digire û qetil dike. Bi qetilkirina Yûsra û hevalên wê paradîgmaya jina azad hedef tê girtin. Her çi dibe bila bibe em li pişt paradigmaya azadiya jinê ne.”   'Em dixwazin ku Tirkiye ji wan deran derkeve'   Kamûran Tanhan ê herî dawî axivî jî bi lêv kir ku êrişa li dijî kurdan hatiye kirin li qada navnetewî jî sûc e û wiha got: “Yûsra Derwêş bal kişandibû tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan. Em difikirin ku ji ber vê yekê hedef hatiye nîşandan. Dîsa pejirandina cezayê Garîbe Gezer ê li Dadgeha Bilind hatiye pejirandin jî mînaka vê yekê ye. Tirkiye bi taybetî kurdan û jinên kurd hedef digire. Mirîşkeke Tirkiyeyê jî li başûrê Kurdistanê û Rojava nîne, ji ber wê yekê em dixwazin ku Tirkiye ji wan deran derkeve.”