33 partî û rêxistinan êrişên dewleta tirk şermezar kirin 2023-06-21 13:49:13   NAVENDA NÛÇEYAN - 33 partî û rêxistinên Kurd, Ereb û Suryanan êrişên domdar ên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin, sersariya hêzên navneteweyî ya li sûcên dewleta tirk rexne kir û diyar kir “Em ê dev ji rêwîtiya guhertina demokratîk li Sûriyeyê bernedin.”   Di saetên nîvro de, nûnerên 33 partî û rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê û têkildarî êrişên dewleta tirk ên dijî herêmê daxuyanî da.   Duh di êrişa hewayî ya dewleta tirk a li ser rêya Tirbespiyê-Qamişloyê hevseroka Meclîsa Kantona Qamişloyê, Yusra Derwêş, cîgira Hevserokatiya Meclisê Leyman Şiwêş û Firat Tûma şehîd bûn û hevserokê kantona Qamişlo Gabî Şemûn jî birîndar bûbû.   Daxuyanî ji aliyê endama Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat desntîşankirin ku ji dema dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ve di Cotmeha 2019'an de, dijminahiya dewleta tirk û gefên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekiniye û hat gotin: “Di êrişan de hemû cureyên çek û cebilxaneyê hatin bikaranîn, bi taybet bi balafirên bêmirov û biçek sivîl, zarok, rêveber û saziyên xizmetê û aborî hatin hedefgirtin.”   Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku duh (20'ê Hezîranê) balafireke bêmirov a dewleta tirk li rojhilatê bajarê Qamişloyê erebeyeke sivîlan hedef girt, di encamê de hevseroka Meclîsa Kantona Qamişloyê, Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Lîman Şiwêş, welatparêzê bi navê Firat Tûma şehîd bûn û hevserokê kantonê Gabî Şemûn birîndar bû.   Sersaxî ji bo malbatên cangoriyan hat xwestin û hat gotin: “Em vî sûcê li dijî zarokên vî welatî ku karê xwe dimeşandin, şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker bi sûcên xwe dê nikaribe îradeya me ya siyasî têk bibe, em ê guhertina demokratîk li Sûriyeyê li gorî nêrîneke siyasî ya nîştimanî ku îstiqrar, edalet û demokrasiyê pêk tîne, bidomînin.”   Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku ev sûc ji bo têkbirina yekparebûna axa Sûriyeyê, derbekirina serdestiya wê û pûçkirina însiyatîfên nîştimanî yên ji bo çareseriya siyasî ne.   Hate gotin ev sûcê dewleta Tirk hemwextî gera 20'an a civîna têkildarî aloziya Sûriyeyê ya li Astanayê pêk hat û wiha dewam kir: “Berê jî me hişyarî da ku vegerandina têkiliyên ewlehiyê yên Şam-Enqereyê dûrî çareseriya siyasî-nîştimanî, dê bibe destpêke ji bo Tirkiyeyê da ku sûcên xwe yên li dijî gelê Sûriyeyê, bi taybet li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomîne.”   Partiyan, bang li hemû hêzên siyasî kir ku berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê Sûriyeyê bînin cih, her wiha daxwaz kir ku li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker nêrîn û hewldan bên yekkirin.   Partiyên siyasî bang li Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Emerîkayê kir ku siyaseta çavgirtina li sûcên dewleta Tirk a dagirker dewam nekin.   Partî û rêxistinên ku daxuyanî dane, ev in:   Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Demoqratî ya Kurdî li Sûriyê (Partî), Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê (P.Y.D.K.S).