TEV-DEM'ê banga xurtkirina rihê yekîtiyê kir 2023-06-21 11:49:03   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hikumeta tirk ji nirxên demokrasiyê ditirse, lewma li dijî vîna civakên demokrasîxwaz êrişan pêk tîne. TEV-DEM'ê bang li gelên herêmê kir ku bi nirxên berxwedanê ve girêdayî bin û li hember siyasetên dagirkeriyê hevgirtî bin.   Duh balefira bê mirov û bi çek a dewleta tirk li ser rêya Tirbêspiyê-Qamişlo wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, Cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Hevserokê Kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet hedefgirtina hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma, daxuyaniyeke nivîskî weşand.   TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de îşaret bi bêdengiya li hember êrişên dewleta tirk û daxuyaniyên Rûsyayê yên têkildarî Rêveberiya Xweser kir û da zanîn ku ev nîşaneyên siyasî yên xeternak in û ji bo dewleta tirk peyamek e ku komkujiyên din pêk bîne.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev demeke dirêj e dewleta tirk a dagirker bi hevkariya hin aliyên bi rewşa Sûriyeyê ve eleqedar, bi taybet dewletên ku destekê didin dagirkeriya dewleta Tirk li hundir û derve û yên ku li ser lihevkirinên ewlehî û leşkerî îmze kirine, plan dikin ku li dijî vîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrişan zêde bikin û herêmê veguherînin qada şerê vekirî li seranserî sînor. Dewleta Tirk rojane provakasyon û êrişan pêk tîne ku derbeyê li îstîqrara herêmê bide û siyasetên şerê taybet ferz bike. Bi vê yekê da ku bigihîne siyaseta qirkirina civakî. Di vê yekê de tu cudahiyê naxe navbera pêkhateyên herêmê yên li seranserî erdnîgariya Rêveberiya Xweser. Ji ber ku dewleta tirk a dagirker ji hêza hevgirtina gelan a ber bi gihandina vîna xwe, derfetên xwe yên çandî û exlaqî ve metirsîdar e.   Hedefgirtinên bênavber ên bi balafirên bêmirov, balafirên şer û topbaranên li dijî welatiyan, li gel nezelalbûna helwesta dewletên têkildarî rewşa Sûriyeyê û agirbestê, nîşan dide ku çavkanî, biryar û helwesta wan hevbeş e. Nîşaneya li ser vê yekê daxuyaniyên cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê yên hemwextî civîna Astanayê ya 20'an li dijî Rêveberiya Xweser dane. Ev yek siyaseteke xeternak e û ji dewleta tirk a dagirker re peyamek e ku komkujiyên dîtir li dijî gelê me û vîna wî pêk bînin.   Armanca komkujiya duh a li gundê Til Şeîr pêk hatiye ku di encamê de hevseroka Meclîsa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokar Firat Tûma şehîd bûbûn, ew e ku rola bibandor a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê lewaz bikin, vîna civaka hevgirtî têk bibin, nirx û bingehên pergala demokratîk reş bikin.   AKP hikumeteke faşîst e, ji nirx û prensîbên demokrasiyê ditirse û ji pêkanîna wê direve. Bi rêya siyaseta tirsandinê di nava welatiyan de da ku herêmê vala bike gelek aliyên siyasî yên ketober li dijî gelên cîran bi kar tîne. Li dijî vîna civakên demokrasîxwaz hemleyên dijberiyê pêk tîne.   Em sersaxiyê ji gelên herêmê û malbatên şehîd Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma re dixwazin. Em ê li ser şop û felsefeya wan bimeşin û nirxên wan biparêzin. Ji hevrê Gabî re jî şîfayê dixwazin.   Ev qonaxa heyî pir girîng e û rewşa Sûriyeyê nêzî çareseriya Sûriyeyî-Sûriyeyî ye. Lê dijminên vîna gelan astengiyan datînin pêş beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye. Lewma divê bi hemû nirx û prensîbên berxwedanê ve ji her wextê zêdetir girêdayî bin û destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber ku parastina destkeftiyên şehîdan mîsogeriya bawerî û serkeftina li dijî her êrişekê ye.”