Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’yî de biryara dûrxistinê 2023-06-21 11:28:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedema êrişa zayendî, derheqê Şaredarê Guluçê yê AKP’yî Gokhan Mûstafa Demîrtaş de lêpirsîn hate destpêkirin. Di doza derbarê Mûstafa de hat vekirin de biryara dûrxistinê hat dayin. Jinên destdirêjî li wan hatin kirin diyar kirin ku piştî biryarê zextên li ser wan zêde bûne.    Ji ber êrişa zayendî, derheqê Şaredarê Guluç a Zonguldakê yê AKP’yî Gokhan Mûstafa Demîrtaş de lêpirsîn hate destpêkirin. Di dosyaya lêpirsînê de gotinên şaredarê AKP’yî yên têkildarî jinan de bi kar anîn cih girt. Li gorî nûçeya Halk TV’yê; Mûstafayê AKP’yî di sala 2017’an de jinek girtibû karê şaredariyê û 6 mehan bi devkî tacîz kiriye.    Di heman demê di sala 2021’ê de jî Mûstafayê  AKP’yî li dijî jineke 2 meh bû dest bi kar kirî êrişa zayendî kir. Lêpirsîn didome û li dosyayê pevnivîsên nû hatin zêdekirin.    Mûstafa hêj jî li ser peywira xwe ye û derheqê wî de tu lêpirsînên îdarî nehatine destpêkirin.    Piştî biryara dûrxistinê jinan diyar kirin ku zext û mobbing zêde bûne û jinan vîdeo kişandin û li ser medyaya dîjîtal parve kirin.