Amadekariyên Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz didomin 2023-06-21 11:15:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz ya îsal wê di 23'yê Hezîranê de li Zurîhê bê lidarxistin. Organîzatorên festîvalê banga tevlêbûnê li jinan kir.     Di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsa Fransayê, siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz li Swîsreyê festîval tê lidarxistin. Festîvala 10’emîn wê îsal li Zurîhê were lidarxistin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) festîval wê di 23’ê Hezîranê de bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadî re şoreşa jinê’ were lidarxistin. Festîval wê diyarî hunermend Mîr Perwer, Abdurahman Kizil û Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî ên ku di 23’yê Kanûna 2022’yan de li Parîsê hatibûn qetilkirin, were kirin. Festîval wê li qada Kasernenareal a Swîsreyê were lidarxistin.   Hunermend Bermal Çem, Jin MA, Yelda Abbasî, Medî, Koroya Jinan a Baselê, Koroya Zarokan a Winterthur, Elenora, Govend û Komên Govendê yên Jinan wê beşdarî bernameya festîvalê bibin. Her wiha di Konê Dengbêjiyê yê wê klam werin gotin. Dîsa di festîvalê de ji bo zarokan jî bernameyên taybet dê bên lidarxistin û ji bo zarokan kon bên vedan. Dê di festîvalê de panel bên lidarxistin û komên govendê dê derkevin ser dikê.    Her wiha Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Jinên Ciwan ên Kurd (TekoJIN), Women Defend Rojava,  Medico International, Frauen Lesbes Kasama, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH), FÎST, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), PDA, Jinên Nû, Tevgera Elewiyên Demokratîk (FEDA) Frauenstreick (Greva Jinan), Zurîch Kollektive, Solifonds, Frauenbundnis, Weqfa Jinan a Navneteweyî (WÎLPF) Yekîtiya Jinên Sosyalîst (BFS), Pira Ehmed Zurîh, BastA, Partiya Sosyalîst (SP) û Lîsteya Alternatîf (AL) di nava organîsazyona festîvalê de cih digirin.    Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer ji ajansa ANF'ê re axivî û got: "Armanca me ev e ku em hemû rengên çar parçeyên Kurdistanê û hemû rengên cîhanê tevlî festîvalê bikin. Em dixwazin rengekî navneteweyî jî li vê festîvalê zêde bikin. 20 saziyên jinan ên biyanî beşdarî vê festîvalê dibin. Ev pir girîng e. Ji ber ku cihê heval Sakîne di têkoşîna jinên cîhanê de pir girîng e.   Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Ozen Aytaç jî ji ANF'ê re wiha axivî: "Rêxistinên jinan ên cuda jî xwedî li vê festîvalê derdikevin, ji ber ku heval Sakîne wekî pêşeng dibînin. Avadaniyên jinan ên partiyên siyasî yên Zurîhê û jinên ji tevgerên femînîst jî wê di vê festîvalê de cih bigirin. Em bawer in, em ê îsal heval Sakîne bêtir bidin nasîn.”