Gulistan Seîd ji bo zarokan bang li dozgeran kir 2023-06-21 10:08:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Fraksiyona Tevgera Goran Gulistan Seîd dibêje, divê hikûmet di mijara bazirganiya bi laşê zarokên û jinên ciwan de bi berpirsyartî tevbigere û got: “Erkê dozgerê giştî ye ku li dijî bazirganiya zarokan giliyê dadgehê bike.”   Bazirganiya zarokan a di bin temenê 18 saliyê de ya li bar, kûlûbên şevê, otelên Hewlêrê êdî bûye diyarde. Di heman demê de di torên medyaya civakî de reklama van zarokan tên kirin û bi awayek eşkere wêne û dîmenên wan herwiha cihê lê dimînin tên belavkirin. Ev jî bûye sedema nerazîbûn bertekên tund.    Têkildarî mijarê çalakvan û aktîvîsta mafên jinan û Seroka Fraksiyona Tevgera Goran ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ji Rojnews’ê re axivî.   Pirsgirêkên mezin û cidî derketin holê   Gulistan, diyar kir ji bo reklamkirinê, bazirganiya bi laşê mirovan û ji bo balkêşandinê bikaranîna mirovan sûcek mezin e û wiha domand; “Zarok pak û bêsûc in. Dema ku bi awayek wiha qirêj û ne exlaqî bazirganî bi leşe wan û kesayetiya wan tê kirin, dibe sedem ku bi pirsgirêkên cidî yên kesayetî û derûnî re rûbirû bimînin û bandorê li civaka ku têde dijî jî bike. Ev jî dibe sedema ji hevketina malbatan di nava civakê de û dibe sedeme pirsgirêkên mezin û cidî yên civakî.”   'Divê hikûmet berpirsiyatiya xwe pêk bîne'   Gulistan, da zanîn ku bazirganiya bi laşê mirovan, xebitandina zarokan ên di bin 18 saliyê de karekê ne guncaw e, ne exlaqî ye û wiha bi lêv kir: "Lewra divê hikûmet li beramberî vê bê exlaqiyê bêdeng nemîne û ji bo nehiştin û parastina van kesên tên bikaranîn tedbîrên pêwîst bigire. Herwiha da zanîn ku li dijî her cûrên destdirêjiyê, bikaranîna wan ya di karan de ku dibe sedemê bê exlaqî û hesab nekirina pîvanên exlaqî yên civakî Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirse û divê li dijî vê diyardeyê têbikoşe."   'Pêwiste saziyên ciwakî xwedî bi helwest bin'   Gulistan, di dewamê de wiha got; “Dema ku mirov ji dayik dibe bê sûce, lewra yên ku mirovan fêrî sûc, ji rêderketin û tawanan dike, civake. Pêwîste hikûmet, saziyên civakî pêşiyê li bazirganiya bilaşê jinan û hemû tawanên civakî, mirovî û ne exlaqî bigirin. Ji bo têkneçûna exlaq û aşitiya civakî jî divê dadgeh yasayê li dijî hemû sûc û tawanan serwer bikin.”   Bang li dozgeran kir   Çalakvan û aktîvîsta mafên jinan û Seroka Fraksiyona Tevgera Goran ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd di dawiya axaftina xwe de balkêşand ser rola dozgeran di pêşîgirtina tawanên wiha de û wiha pêde çû: “Divê dozgerê giştî bi erkê xwe rabe, mafê wan kesên ku ketine nava van karên qirêj û ne exlaqî bipaêze, wan kesên ku bazirganiyê bi laşê mirovan û bitaybet bi laşê jin û zarokan dikin, bide dadgehê da ku dawî li diyardeya bê exlaqî bê.”