Yusra Derwêş ji bo guherîna civakê têkoşiya 2023-06-21 09:47:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, di encama êrişê de hat qetilkirin û Yusra, heta dawiya jiyana xwe li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk û ji bo guherîna civakê têkoşîn da.    Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajovanê wesayîtê Firat Tûma di êrişeke SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Derbarê qetilkirinê de sazî û dezgehên Kurdistanî bertekên xwe anîn ziman.    Yusra Mihemed Derwêş sala 1972`yan li Amûdê ya kantona Qamişlo ji dayik bûye. Sala 2001`an ji zanîngeha zimanê Fransî xwendiye. Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012'yan, dev ji perwerdeya di pergala Baas de berda û tev li şoreşê bû. Destpêkê bû mamosteyê zimanê kurdî. Dûre bû mudira Dibistana Betûl a Amadehî ya Amûdê. Yek ji damezrînerên Saziyên Rêveberiya Dibistanan li Amûdê. Piştî wê wek hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Amûdê hate hilbijartin.   Piştî xebateke demdirêj di qada perwerdeyê de, 1-11-2022`yan ji bo hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo hate hilbijartin.   Yusra, pêşengiya çalakiyên ku li ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan li dar diketin, dikir. Roleke çalak di têkoşîna rizgariya jinan de li tevahî Kurdistanê lîst. Di xîtaba xwe de ya di çalakiya piştgiriya jinên Partiya Kesk de hatibû lidarxistin, gotibû: “Tevlêbûna wê di hilbijartinan de, serkeftin bi xwe ye.”   Yusra ji bo ku guhertineke civakî ya giştî pêk bê û ji bo lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantonê, birêxistinkirina komînan di destpêka şoreşê de, xebat kir.   Roleke girîng di komkirina alîkariyan de ji bo zirardîtiyên erdhejê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê, lîst. Ji bo ku alîkariya zirardîtiyên erdhejê bê kirin, hevdîtin bi gelek beşên civakê û êlên herêmê re çêkir.