Şebnem Oguz: Xitimîn bi rêya 3'yemîn dikare bê vekirin 2023-06-21 09:04:02   Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Zanista siyasete Şebnem Oguz tifaqa AKP-MHP’ê ya bi HUDA PAR'ê re bigotinên wekê "Di serî de menzil, ji aliyê tarîkatan ve aliyên bi rêxistinkirî jî ji ser van klînak wê xurtir tevli vê parvekirina rantê bê kirin. Dewleta kûr jî di vê astê de aşkera bûye. Li dijî van xitimînan yekan erê berxwedana hevpar û rêya sêyemîn e.”   Deshilatdariya AKP’ê polîtîkayên xwe yên komkujî, êriş û asîmîlasyonê yên 16 salandi 2018’an de bi tifaqa MHP’ê re girantir kir. Desthilatdariyê di sala 21’ê de jî partiyên dijminê jinê HUDA PAR û Yenîden Refah tevli tifaqa xwe kir û xwe anî astek cuda. Bi kabîneya nû ya hatiye avakirin hat dîtin ku tifaq ne ji gelan re ji şer û hilweşînê re dizmetê dike.   Di kabîneya desthilatdariyê de wek wezîrê karê derve Hakan Fîdan ku gotibû ‘ger hewce bike çar kesî dişînim Sûriyeyê. Ji bo Tirkiyeyê 4 fuzeyan zêde dikim û şer derdixim’ siyaseta şer a desthilatdariyê nîşan dide.    Zanista siyasete Şebnem Oguz geşedanên tên jiyîn û rewşa heyî ya siyasî ji ajansa me re nirxand.   * Kabîneya hatiye avakirin tabloyek çawa ava dike? Ji bo civakê kîjan peyaman dihewîne?   Kabîneya nû bi çend cudahiyan ji ya berê cudatire. Ya yekem kabîna nû ji teknokratan ava dike. Ev rewş ji aliyê hinekan ve erênî hat dîtin. Kesên kabîneyê de cih digirin baş hatin dîtin. Kesên nû yên kabîneyê di esasa sadakata rejîma îslamî siyasî û Erdogan de hatin hilbijratin. Nav bên guhertin jî di kabîneyan nû de guherîn zêde tune ne.Yek ji nokteyek din ev e ku di kabîneyê de Suleyman Soylu tune.    Wê tevli parvekirinên rantê bên kirin   Di 2018’an de tifaqa AKP-MHP’ê hat avakirin. Ji bo ji torên rantê yên li dora van klînîkên nav dewletê fêde bê girtin, alî zêde bûne. Di hilbijartinên 2019’an de CHP’ê sê şaredariyên bajarên mezin bidest xist û çavkaniya wan ya  fînansî ku ranta wan xwedî dikir kêm bû. Vê çavsoriya dewletê zêdetir. Soylu di kabîneya nû de cih negirt, sedema vê ev e ku beşek aliyên ku pare ji rantê dixwazin bên dûrxistine.   Aşkeraye ku krîza aborî wê neye çareserkirin   Bi kabîneya nû re ji bo wezareta aborî û xezîneyê Mehmet Şîmşek hat tayînkirin. Hinek kes vê rewşê wek ji nûve bi welatên rojeva re nêzîkbûn û vegera polîtîkayên aboriyê ya ortodok şîrove kirin. Lê restorasyonek wisa ne pêkane û rejîma Erdogan vê tercîh nake. Di bin desthilatdariya 21 salî ya AKP’ê de amûrê dewletê ji kokê guheriye, ji bloka deshilatdariya xwe dispêre sermaya rojava dûr ketine û berê xwe dane sermaya olî û hêzên emperyal a derve ya welatên rojava. Butçeya ji şer û diyanetê re tê veqetandin vê nîşan dide.   Dewleta kûr aşkera bûye…   Guherîna herî girîng ya di kabîneyê de tayînkirina Hakan Fîdan a ji bo wezareta karê derve ye. Ev tayînkirin ne tenê ji bo plankirina polîtîkayên şer e, di heman demê de nîşan dide ku di pêvajoya mayîndekirina faşîzmê de asta nû ya ku dewleta kûr aşkera bûye jî nîşan dide. Veşartian dewleta kûr rewşek xweserê rejîmên demokratîk liberal e. Di rejîmên faşîst de hewce bi veşartina tundiyê namîne.   * Her tim feraseta ‘welatekî ku her tim li dora wê şer û dijmin hene’ tê nişandan. Hûn vê çawa dinirxînin?   Divê cudahiyên faşîzma roja îro ji faşîzma klasîk bê vegotin. Faşîzma klasîk, xwe disprêre  tifaqên sermayeyên netweî yên desthilatdariyên siyasî yên paşverû. Piştî krîza kapîtalîst ya 1929’an şûnde  netew dewlet ketin lêgerîna bazara sermaya neteweyî. Bi vê re rekabeta navbera emperyalîstan derket holê û ev dem rastî dema duyemîn şerê cîhanê tê. Yek ji taybetiya herî mezin a vê demê dema parvekirina bazarê bidawî dibe tê wateya bidawîbûna şer û qedandina şer. Faşîzma îro jî xwe dispêre tifaqa sermaya desthilatdariyê. Sermaya 1970’ê dest pê kir û piştî krîza 2008’an girantir bû îmala şer îhale kirin û ji bo sermaye derfetên nû dan afirandin. Wîllîam Robînson ji bo vê têgeha ‘dewlemendiya leşkerîbûnê’bikar tîne. Ji ber vê jî desthilatdariyên siyasî yên paşverû, ji bo tundiya bê sînor rew bike her tim ferasta ‘welatekî ku dora wê dijminan girtiye’ empozeyê civakê dike.   * Argumanên ji derve û hundir  yên siyasetê diyar dikin çine?   Tirkiye di siyaseta derve de her tim hêmaya ‘dijimin’ ji nûve hildiberîne. Desthilatdariya siyasî di gelek eniyên cuda de raste rast an jî bi awayek cuda bûye parçeyek pevçûnan û div an şeran de dijberbûna Kurdan derxistiye pêş û ji bo xurtkirina bloka nû bikar aniye. Di vê polîtîkayê de jî pesnê geşedanên sanayiya parastinê daye û gotinên mîlîtarîst her tim derxistiye pêş. Pêvajoya hilbijartinê de muxalefetê bihayê pîvazê pirsî bû û gotibû ‘Em dibêjin TCG Anadolu, ew dibêjin pîvaz’. Li ser van gotinan hilbijartin veguhertin şerê kartol-pîvan û SÎHA’yan.   * Siyaset bi salane li Tirkiyeyê li ser heman têgehan tê meşandin û guherînek nayê jiyîn. Hun vê çawa dinirxînin?   Divê em vê rewşê di sedemên dîrokî de jî lê bigerin. Sê momentên dîrokî dertên pêş me. Ya yekemîn di1920’an de dema rejîma Kemalîst hat avakirin li dijî tik-sunî, kurd, elewî, ermenî û rûm nehatin qebûlkirin. Ya duyemîn piştî duyemîn şerê cîhanê li dijî komunizma DYA’yê li welatên wek Tirkiyeyê gladyo xistin dewrê. Ya sêyem jî bi darbeya 1980’ê re hêza rêxistina çep hat şikandin senteza îslamî-Tirk xistin dewrê.   Bi riya sêyem dikare bê çareserkirin   Di vê îdeolojiyê de her çiqas îslamiyê derxin pêş jî ji Tirkbûnê şûnde gav nehatin avêtinrejîmeke ntew-dewlet hat afakirin. Li dijî vê rejîmê muxalefetê jî alternatîfek baş neafirandiye. Tevî van HDP’ê riya sêyemîn pêşniyar kiriye. Li gorî min bi riya sêyemîn dikare pirsgirêk bên çareserkirin.   * Netewperestî, zayendperestî û olperestî li Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye? Bi van çi tê armanckirin?   Netewperestî, zayendperestî û olperestî ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn, Macarîstan, Polonya û Hîndistanê bûye esasê îdeolojiya faşîzmê. Piştî krîza 2008’an şûnde serî li motîfên îdeolojîk dane. AKP’ê di dawiya 2022’yan de  behsa sererastkirinên der barê malbatê dike û hewl dide jinan mahkum bikin. Destkeftiyên jinan û LGBTÎ’yan tune bike. Destkeftiyên jinan kirin mijara  bazarê ya hilbijartinê. Niha div ê esasê de dixwazin  destura bingehîn de guherînê bikin.  Lê divê li dijî van êrîşan xeteke berxwedanê ya xurt bê hûnandin.