Dosya Mîraç wê ji nûve bişînin ATK’ê 2023-06-20 17:53:39   ŞIRNEX - Runiştina doza Mîraç Mîroglu yê di encama maşîneya zirxî ku lê xist de jiyana xwe ji dest da hat lidarxistin. Biryar hat dayîn ku ji bo tespîta leza maşîneya zirxî dosye ji nû ve bişînin ATK’ê.    Li navçeya Hezexê ya Şirnexê di 3’yê îlona 2021’an de polîsê bi navê Metîn Kîraz wesayîta zirxî li Mîraç Mîroglû yê 7 salî xistibû û zarokê biçûk canê xwe ji dest dabû. Têkildarî bûyerê derbarê Metîn Kîraz de doz hatibû vekirin. Runiştina şeşemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Hezexê hat lidarxistin. Polîs ji sûcê “kuştina biqisûr” tê darizandin. Polîs tev li danişînê nebû û gelek parêzerên ji Baroya Şirnexê û Amedê di danişînê de amade bûn.    Parêzera bersûc Sedef Kiliç Akarsû axivî û îdia kir ku Mîraç bûye sedema qezayê û bi parastina xwe ya berovajî  ne bersûc Mîracê biçûk sûcdar bike.    Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest ku leza maşîneyê were tespîtkirin.  Parêzerên malbata Mîroglû jî axivîn û bal kişandin ser nakokiyên raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) û xwestin leza maşîneya zirxî bê tespîtkirin û rapor ji nû ve bo ATK’ê bê şandin.    Runiştin hat taloqkirin   Heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar girt ku ji bo tespîta leza maşîneya zirxî dosye ji nû ve bişînin ATK’ê û runiştin taloqî 16’ê çileyê 2024’an kir.