Li Qamişlo tecrîd hat şermezarkirin 2023-06-20 15:33:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke girseyî hat lidarxistin. Li Kobanê jî bi heman armancê daxuyaniyek hat dayîn.   Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xist. Pêkhateyên Qamişlo, nûnerên TEV-DEM'ê, partiyên siyasî, Kongra Star, sazî, meclisên sivîl, yên olî û yên jinan tevli meşê  bûn.   Meş ji Çerxerêya Rojhilat a li rojhilatê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên meclis û yekitiyan hatin hildan.    Piştî meşê li Çerxerêya Sonî mîtîngek hat lidarxistin. Li wir endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîm Dada axivî, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk  ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.   Rîm Dada soz da ku heta pêkanîna serkeftin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew ê têkoşînê bilind bikin û ev bang kir: “Bi projeya neteweya demokratîk ve girêdayî bin, li kêleka hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser bisekinin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”   Li ser navê Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen têkildarî bandorên komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî û wiha got: "Armanc ji komployê vîna gelê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî biçewisînin û fikra wî ya azad ji gelê azadîxwaz bi dûr bixin. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê da ku em bi rûmet bijîn."