Qetilkirina jinan birin rojeva meclîsê 2023-06-20 14:08:20     ENQERE - Parlementera Partiya Çep a Kesk ya Amedê Halîde Turkoglu derbarê kuştina jinan de pêşnûmepirs da meclîsê û got: "Li edliyê ewlehiya jiyana jinê nîne û hûn kêmasiyên wan polîtîkayan çawa dinîrxînin?"    Parlementera Partiya Çep a Kesk ya Amedê Halîde Turkoglu pêşnûmepirsek da meclîsê. Di pêşnûmepirsê de hat diyarkirin ku tenê di nava 4 rojan de 5 jin ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Derbarê mijarê de pêşnûmepirs ji Wezîra Xizmeta Civakî û Malbatê Mahinur Ozdemîr re şand.    Pirsên ku hatin kirin wiha ne:    “*Di nav 4 rojan de pêvajoya darazandina kujerên 5 jinan di kîjan qonaxê de ye? Wê ev pêvajo ji aliyê yekineyên we ve were şopandin? Wê zanyarî bidin raya giştî?   * Di deriyê edliyê de ewlehiya jiyan jinan nîne û hûn kêmasiya wan polîtîkayan çawa dinîrxînin?    * Di 22 salên dawî de; Tenê hêjmara jinên ku xwestin hevberde û hatin qetilkirin çende? Li rûxmê ku daxwaza parastinê kirin û ji ber nehatin parastin çend jin hatin qetilkirin?   * Çend jin ji aliyê mêr ve di encama çekê de hate qetilkirin? Hûn bi çekbûna kesî ya bi awayek bê qontrol zêde dibe çawa zelal bikin? Wê wezareta we ji bo sînordarkirina bi çekbûna kesan xebat bide meşandin?   * Jin di her qadê jiyanê de her tim rastî ne ewlehiya can, tacîz, îstîsmarê tê. Dema tên qetilkirin ji bo pêşîlêgirtina vê li mal, kolan, li cihê kar û wê kijan tedbîrên zagonê werin girtin?