Cenazeyê 39 qurbaniyên fermanê radestî malbatan kirin 2023-06-20 13:49:39       NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê 39 qurbaniyên fermana 3’yê tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, gihiştin Şengalê û radestî malbatên wan hatin kirin.   Di demên borî de li Şengalê gorên komî hatibûn vekirin û ji bo diyarkirina nasnameyên wan, xebat hatibûn meşandin. Duh saziya tiba edlî ya Bexdayê bang li malbatên qurbaniyên destê DAIŞ’ê kir da ku cenazeyê 39 kesên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin ku gorên komî hatibûn derxistin û nasnameyên wan hatine diyarkirin, werbigrin.   Her 39 cenazeyên nasnameya wan hatin diyarkirin, ji Bexdayê veguhestin Şengalê. Cenaze bi tevlîbûna sedan kesî, li seytereya Em Şibabîk ya di navbera Telehfer û Şengalê de, bi merasîmekê li gorî çanda Êzidiyan hatin wergirtin.   Cenaze piştre radestî malbatên wan hatin kirin, wê her malbatek cenazeyê xwe li goristanên xwe yên li Şengalê veşêrin.