Rûniştina biryarê ya Şadiye Manap sibehê ye 2023-06-20 11:19:57       STENBOL - Ji bo rûniştina sibehê ya Şadiye Manap a ku hîn ji girtîgehê derneketibû dîsa hat binçavkirin malbata wê banga hestiyariyê kir û got:"Bi temamî ev tiştekî bêhiqûqî ye û bi hestên tolhildanê tev geriyan. Em hêvî dikin mirov bêtir hestiyar tev bigerin."   Di 1'ê Kanûna 1992'yan de Şadiye Manap li Rihayê hat binçavkirin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya (DGM) Amedê hat darizandin. Bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebbetê li Şadiya hat birîn. Şadiye li girtîgehên wekî Riha, Mîdyad û herî dawî li Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê hat girtin. Di 1'ê Kanûna 2023'yan de divê Şadiye bihata tehliyekirin lê belê bi hinceta lêpirsîneke di 2020'î de ji aliyê Muduriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê hîn nehatibû berdan hat binçavkirin. Îddianameya bi iddiaya "avakirina rêxistinê û birêvebirina wê" hat amadekirin li 2'yemîn Girtîgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hat qebûlkirin. Dozger xwest Şadiye bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin. Şadiye li Girtîgeha Gebzeyê deh salan ma. Di berbangeke kanûnê de hatibû Girtîgeha Gebzeyê. Ew ê bihata berdan lê belê nebû.   Wê rûniştina biryarê sibehê bê dîtin   Şadiyeyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştina duyem a 1'ê Hezîranê bû. Parêzerên Şadiyeyê daxwaza lêkolînkirina delîlên wekî sûc hatine nîşandan, kirin. Şandeya dadgehê ev daxwaz qebûl kir û rûniştin taloqî 21'ê Hezîranê kir. Bêhiqûqiya li dijî Şadiyeyê li Kurdistan û Tirkiyeyê bû sedema gel dengê xwe bilind bike.    Malbata Şadiyeyê berî rûniştinê bi JINNEWS'ê re axivî.    'Bi hestên tolhildanê tev geriyan'   Malbata Şadiyeyê neberdana Şadiyeyê wekî bêhiqûqiyê pênase kir û diyar kir bi hestên tolhildanê tev geriyan û wiha got:"Wê Şadiye di 1'ê Kanûna 2022'yan de bihata berdan. Roja wê Şadiye bihata tehliyekirin ji me re gotin zû bên. Di dema tehliyeyê mîna ji me re tolê hildin li TEM'a Kocaeliyê tê binçavkirin. Roja derbarê wê de biryara girtinê hat dayin li dadgehê nehiştin em wê bibînin. Me ew nedît lê belê çapemeniya herêmî ya Kocaeliyê bi manşeta 'hewesa wê di qirika wê de ma' nûçe çêkir."   '30 sal tolhildana çi ye?'   Malbatê da zanîn îddianameya derbarê Şadiyeyê de hatiye amadekirin ne li gor zagonê ye û wiha lê zêde kirin:"Li gor xwe şîrove kirine. Niha dixwazin di hundur de bigirin. Heta niha herî zêde Şadiye li Tirkiyeyê di girtîgehê de maye. 32 û nîvan di girtîgehê de ma. Li dijî vê bêhiqûqiyê em bê hêvî ne, em bê bawerî ne. 30 sal tolhildana çi ye? Hîn jî ji bo derneke hewl didin. Em tenê wekî malbateke girtiyan nabêjin li vî welatî ewlehiya canê me tune ye tiştekî em xwe pê biparêzin tune ye."   Banga hestiyariyê ya ji bo dirûşmê   Malbatê da zanîn ku ev çar car in ji Cotmeha 2022'yan de ye ew li ber girtîgehê li hêviyê ne wê Şadiye bê tehliyekirin û wiha pê de çû:"Her diçe hejmara mirovan ên li hundur ên li derve derbas dikin. Em hêvî dikin mirov bêtir hestiyar tev bigerin û ev kêrî tiştekî bê. Ji bo rûniştina sibehê em banga hestiyariyê û xwedîderketinê dikin."