Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn bereat kir 2023-06-19 14:30:37     AMED - Şandeya dadgehê derbarê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de biryara beraetê da.    Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa ya Amedê Fatma Gultekin bi hinceta "Endamtiya Rêxistinê û pesndayîna sûcdaran" dihat darizandin. Danişîna dozê îro li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Fatma û parezerê wê Şehmus Bayhan amade bûn.    Mutalayaku hat dayîn carek din hat dubarekirin. Fatma piştre parastina xwe kir û daxwaza bereatê kir. Parêzer jî parastina Fatmayê kir û û bal kişand ser kar û barê komeleyê. Parêzer bereata Elîf Tîrenç Îpek Ulaş wek mînak nîşanda û daxwaza bereatê kir.    Şandeya dadgehê derbarê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de biryara beraetê da.