4 endamên Piştevaniya Mor hatin binçavkirin 2023-06-19 11:51:45   ENQERE - Di serdegirtina malan a li Enqere û Îzmîrê de 3 jinên endamên Piştevaniya Mor û Endama Koordînasiyona Navendî TOP'ê Hatîce Goz hatin binçavkirin.   Di serdegirtina malan a serê sibehê de endamên Piştevaniya Mor Selda Kondakçı, Ruya Ozgur û Melike Buyuk hatin binçavkirin. Endama Koodînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatice Goz jî  hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku hinceta binçavkirina jinan lêpirsîneke berê ya derbarê wan de ye.    Hat zanîn jinan ji bo lêpirsîna derbarê wan de hatiye vekirin xwestine îfadeyê bidin lê belê îfadeya wan nehatine girtin.    3 jinên hatine binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Enqereyê.    Derbarê lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin biryara nepeniyê hat dayin.    Parlamentera Partiya Çep a Kesk û endama Lijneya Berdevkên TOP'ê Perihan Koca têkildarî binçavkirinê wiha got:"Em difikirin ku di nava amadekariya dozeke kûmpasê de ne. Pere û zêrên di dawetê de bi bûk û zava hatiye vekirin wekî sûc tê hesibandin. Piştî hilbijartinê dewlet dixwaze tundiyê li hemû mûxalîfan bike."