Hejmara nû ya Rojnameya Xwebûnê derket 2023-06-19 09:54:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake” derket.    Hejmara rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rojhilata Navîn tecrîdê qebûl nake” derket. Mijara manşetê konferansa “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, riya ber bi aştiyê ve” ku di navbera 13-14’ê hezîranê de li Lubnanê hatibû lidarxistin e. Rojnameger Şiyar Zaxo der barê mijarê de ji Xwebûnê re axivîye.    Her wiha Parlamentera HDP’ê ya Amedê Adalet Kaya jî der barê destdirêjiya li jin û zarokan a li terîqet û cemaetan de ji Xwebûnê re axiviye. Ji bilî van her du mijaran bi malbatan Şenyaşar re jî der barê çalakiya wan de hevdîtin hatiye kirin.    Pirsgirêkên penaberan û avahiyên ku li Amedê ji ber erdhejê hatine valakirin û hê jî nehatine hilweşandin jî mijara rojnameyê ne.  Şanoger Erdal Kaya jî der barê serboriya xwe ya şanogeriyê de ji Xwebûnê re axiviye.