Penaber ne di ewlehiyê de ne! 2023-06-19 09:08:40   ENQERE - Jin û zarokên li welatên xwe ji ber şerên tên jiyîn koçber dibin, li cihên bi cih dibin jî bi tundî, xizanî, tundiya psîklolojîk û zayendî re tên rû hev.    Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve her sal 20’ê hezîranê wek roja Penaberan a Cîhanê tê pîrozkirin. Pisgirêkên penaberan tên nîqaşkirin û siyaeta ku pergala modernîta kapitalist dimeşîne jî bandorek meizn li se jiyan û şert û mercên jiyanê û mafên wan dike.  Penaberên ji ber şer, krîz, tundiya zayendî ji welatên xwe koç dikin gelek caran bedela vê bi canê xwe didin.   Di riya koçberiyê de bi taybet jin û zarok bi xetereyan re tên rû hev. Penaberên ji welat ji ber zextan koç dikin li welatên bi cih dibin jî bi heman zext û tundiyan re tên rû hev.   Koçberî her diçe zêde dibe    Li cîhanê ji ber polîtîkayên şer hejmara kesê warên xwe terk dikin her diçe zêde dibe. Li gorî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) ya sala 2020’an de nêzî 80 mîlyon kes ji ber bûyerên tundiyê warên xwe terk kirine. Her wiha li gorî rapora BMMYK’ê ya sala 2021’ê jî li seranserê cîhanê 89.3 mîlyon kes ji warê xwe bûye û 27,1 mîlyon ji vê bûne penaber û 53.2 jî  ji warên xwe bûne, 4,6 mîlyon kes jî wek kesên li cihên din stirîne hat diyark kirin. BMMYK’ê sala borî jî rapora xwe weşand û got di 6 mehên ewil ên salê de hejmara kesên bi zor ji cihê xwe hatine kirin 103 mîlyon e.   Herî zêde li Tirkiyeyê hene   Ji ber ji bo Penaberan fon tê dayîn û dîsa ji ber alîgiriya şer, niha Tirkiye li cîhanê welatê ku herî zêde ji penaberan re malovaniyê dike ye. Li Tirkiyeyê nêzî 3.7 mîlyon Penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî hene û ligel vê ji welatên din nêzî 320 hezarî kes li Tirkiyeyê hene. Li gorî daneyên Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ev dane tenê ji yên qeydkirî pêk tên. Tê gotin ku hejmara penaberên  derveyê qeydê zêdetirin. Tenê li Sûriyeyê krîza herî mezin a koçberbûnê hat jiyîn û ji 13 mîlyonî zêdetir kes ji warê xwe bûn.   Hevsengiya penaberiyê ya jinan   Bi zor koçberkirin bandorê li ser hemû civakê dike û li aliyê din jî jin di vê hawirê de her cureyê tundiyê bi hev re dijîn.  Li welatên xwe ji ber şer, krîz û tundiya zayendî zor û zehmetiyan dijîn.  Piştî ji welatên xwe koçber dibin jî bi pirsgirêkên mezin re tên rû hev. Di dema koçberiyê de ligel cureyên tundiyê, di sînoran de ji aliyê mêrên di koma koçberiyê de ne û muhafizên sînoran ve destdirêjî li wan tê kirin.    Tundiya ku her diçe zêde dibe   Piştî koçberkirina bi zorê, piştî rêwitî temam dibe, tundiya li ser jin û zarokan li welatên bi cih dibin jî bi teşeyên cuda didomin. Tundiya zayendî her tim li dijî jin û zarokan wek sûcê mirovahiyê û polîtîka şerê taybet dertê holê. Zarokên malbatên xwe di şer de winda dikin û ligel malbatên dimînin bi tundiya zayendî re tên rû hev û ev di raporan de jî dertê holê. Jin û zarokên li kampan dimînin ku nikarin xwe bigihînin alîkariyan û dema li bendê alîkariyane bi êrîşên zayendî re tên rûhev.   Hêza kar a erzan û şertên xebatê yên bê ewle   Penaberên jin li welatên bi cih dibin ligel tundiya fîzîkî û psikolojik li dijî krîza aborî jî têdikoşin. Bi taybet ji ber ziman û çandê û gotinên faşîst kar nabînin. Dema kar bibînin jî keda wan tê binpêkirin û wek hêza kar a erzan tên bikaranîn. Patronên çavnebariya hêza kar a erzan didin zarokan wek karker didin xebtiandin. Zarokên penaber bi taybet di sektorên înşat, tekstîlê de dixebitin.   Di salekê de 90 penaber di cînayetên kar de hatin qetilkirin   Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karker (ÎSÎG) di 2022’an de 90 penaberî jiyana xwe ji dest dane. Ji van karkeran ji sêyan du heb Suriyeyî û Afgan bûne. 39 yên Suriyeyî ne, 20 heb yên Afgan bûn. 8 heb ji Tirkmenîstan, 5 heb Îran, 5 heb Ozbekîstan, 3 heb Rûsya, 1 Azerbaycan, yek Belarus, yek Endonezya, yek Iraq, yek Kuvyt, yek Nîjerya, yek Pakîstan, Yesk Sirbistan, yek Ukrayna û yek Yewnan bû. Di 5 mehên ewil yên îsal de jî 37 cînayetên kar yên penaberan hatin jiyîn.   Xizanî, ji perwerdê bêparbûn, îstîsmar   Îro li Tirkiyeyê jin û zarokên penaber ku di bin lepê xizanî û tundiyê de têdikoşin, her tim bi gotinên nîjadperest û netewperest hedef tên girtin. Zarok ji bo bixebitin hedef tên girtin û ji perwerdê dur dikevin. Bi taybet zarokên keç di temenê biçûk de ji aliyê malbatên wan ve beramberê pere tên zewicandin. Piraniya van wek hevjînên duyem sêyemîn tên zewicandin.   Ji wêneyan jinan hildibijêrin   Rojnamegerekî ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku di dema xebatên li sînor de  li gorî vegotinên bazirganên mirovan û çavdêriyên wan  lîsteya nav û wêneyên zarokên keç di destê wan de û mêr ji van lîsteyan zarokên keç hildibijartin û bi pereyan ji sînor derbas dikirin.