‘Ji gelê Botanê tolê hiltînin’ 2023-06-19 09:04:15   Sema Çaglak   ŞIRNEX – Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê Berîvan Kutlu ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin bal kişand ser qirkirina sîyasî ya li Botanê û destnîşan kir ku desthîlatdar dixwazin ji gelê Botanê tola hilbijartinê hilînin.   Operasyonên qirkirina siyasî yên piştî hilbijartinê ku li Şirnex û navçeyên wê hatin destpêkirin dewam dikin. Li gel dorpêça bi wesayitên zirxî a navenda bajêr û navçeyên bajêr, bi dehan kes jî hatin binçavkirin û girtin.  Li gel dorpêç û binçavkirinê li aliyekî jî xelêkên bajrê bi bi gelek rêbazên cuda tên mexdûrkirin û zext li wan tê nkirin. Her wiha hat diyarkirin ku li ser daxwaza Walîtiyê alîkariya gelek malbatên ku li navçeyên Basa û Qilebanê ji Weqfa Alîkariya Civakî alîkarî wergirdigirtin jî hatiye qutkirin.   Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Bêrîvan Kutlu ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, têkildarî bûyerên li Şirnex û navçeyên wê nirxandin kir.   ‘Li Botanê sîyasetek bê ehleq tê kîrin’   Berîvanê, diyar kir ku piştî hilbijartinê zexta li ser xelkên bajarê zêdetir bûye û got: “Li Şirnexê xebatên hilbijartinê bi awayekî ji rêzê nehatin meşandin. Hemû sazî û partiyên girêdayî desthîlatdariyê ji bo ku desthîlatdariya AKP’ê û MHP’ê bi ser keve ketin dewrê. Li rixmî van hemû zext û pêkanînên bêhiqûqî jî Gelê Şirnexê têk neçû. Li Şirnexê xebatên hilbijartinê bi gefan û bertîlê hatin kirin. Herî dawî me zanî ku parlementerê AKP’ê yê Şirnexê çûye gundên ku jê dengan nikare bigire û gotiye em rêyên we çênakin. Ev sîyasetek dijehlaqî ye. Ji ber ku divê sîyasetmedar bi siyaseta xwe ji aliyê gel ve were hez kirin. Niha jî piştî hilbijartinê desthîlatdariyê ji neçarî li her taxên Cizîrê wesayîtên zirxî bicîh kirine. Dema em li kolanan digerin di her serê kûçeyekê de wesayîtên zirxî û polîs hatine bicîhkirin. Ev jî nayê qebûlkirin. Dixwazin di nav gel de tirsê biafrînin û ji rastiyê dûr bikin.  Bêrîya hilbijartinê jî di her kolanan de bi gaza îsotê êrîşî gel kiribûn lê dîsa jî gel dengê xwe bi kar anî û vîna xwe nîşan da. Niha jî dixwazin jiyanê li gel heram bikin. Şirnexê û navçeyên wê bi van pêkanînan dixwazin hişê gel tevlihev bikin. Lê gelê me tim sekna xwe nîşan da ye wê dîsa jî serî netewîne.”   ‘Li dijî zilm û zextê sekna gel tim diyar e’   Berîvan, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de qirkirina sîyasî dane destpêkirin û got: “Piştî hilbijartinê nêzî bi sedan kesî binçav kirin. Bi taybetî jî ciwan xistin binçavan û girtin. Dosyayên 8 sal berê niha derdixin û bi van dosyayan gel hedef digirin. Piştî hilbijartinê li Botanê qirkirinek siyasî dan destpêkirin. Jixwe bi gotinên xwe jî ev yek aşkere kiribûn. Digotin heta 2028’an Botan wê di destê me de be. Lê tim ev gotin li wan vedigere. Ne sîyaseta wan a bêexlaqî tiştek da wan û ne jî ji tundî û zilma xwe ya li ser gel tiştek bidest xistin. Bi dehan caran em hatin binçavkirin û zext li ser me pêk anîn. Lê dîsa jî em bi hêztir bûn û bi hêvî ketin nav sîyasetê û me dest ji sîyaseta xwe di nav gel de berneda. Ango ev zilm û zordestî nayê wateya ku gel ji têkoşîna xwe paşve gavê biavêje.”   ‘Dixwazin ji gelê Şirnexê tolê hilînin’   Berîvanê, anî ziman ku pîvanên êrîş û zextên wan tune ne û got: “Dema diçin bi ser malekê de digirin êrîşî hemû ferdên wê malbatê dikin û heqaretê li wan dikin. An jî gava ciwanek dibînin bê sûc be jî heqaretê lê dikin. Bi vê yekê sekna xwe ya dijminatiyê nîşan didin. Walîtî û qeymeqamtî li gorî xwe mevzuatê tevnagerin. Li navçeyên Basa û Qilêbanê Weqfa Alîkariya Civakî û Piştevaniyê bêhincet alîkariya ku ji gelek malbatan re dihat dayîn bi taybetî ya malbatên ku dengê xwe didan HDP'ê betal kir. Bi van pêkanîna dixwazin ji gelê Şirnexê tolê hilînin. Herî dawî li Hevseroka me ya Elkê û rêvebirên wir hatin girtin. Ev girtin û binçavkirin li her navçeyên me jî berdewam dikin. Jixwe hêvîya me ji hiqûq û edaleta li Tirkiyê nîne. Lê banga me ji bo hiqûqa navneteweyî ye ku divê li Tirkiyeyê jî dest bavêje vê mijarê. Divê Botan bi tena serê xwe nemîne û li dijî qirkirina sîyasî ya li Botanê pêdivî bi piştgirîyê heye.”